Cenazeyê Bogdu wê sibê bispêrin axê
Cenazeyê Bogdu wê sibê bispêrin axê
Cenazeyê Bogdu wê sibê bispêrin axê
Wê sibê cenazeyê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu ku li Edeneyê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, sibê bispêrin axê.
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Kadrî Bagdu vê sibê dema li semta Şakîrpaşa ya Seyhan a Edeneyê rojname belav dikir rastî êrîşa çekdarî hat. Bagdu bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Acibadem. Tevî hemû hewldanan Bagdu li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Bagdu ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Bi sedan welatî li ber Saziya Tiba Edlî li hev kom bûn û bi dirûşmayên "Şehîd namirin" û "Çapemeniya Azad bêdeng nabe" êrîş şermezar kirin.
Hate zanîn ku wê cenazeyê Bagdu sibe seat di 09.00'an de ji morgê bê wergirtin û bibin ber mala wî ya li Taxa Şakîrpaşayê û bispêrin axê.