Cenazeyê Başir Mûstefa Kalafat hate veşartin

Gerîlayê DKP/BOG’ê Bariş Mûstefa Kalafat ê di şerê li navçeya Pîlemûriye ya Dersimê de şehîd bibû li Goristana Taxa Geziyê hate veşartin.

Gerîlayê DKP/BOG’ê Bariş Mûstefa Kalafat ê di şerê li navçeya Pîlemûriye ya Dersimê de şehîd bibû li Goristana Taxa Geziyê hate veşartin.

Ji bo Kalafat li Mala Cemê ya Taxa Geziyê merasîm hate kirin. Gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştre cenazeyê Kalafat bibirin Goristana Taxa Geziyê. Piştî deqeyek rêzgirtinê cenazeyê Kalafatan hate veşartin.

Di dema veşartina cenaze de wesayîtên zirxî dengê wesayîtên xwe lêdan û ji bo dengê merasîmê neyê bihîstin. Polîsan dor li goristanê girtin.

Birayê Kalafat diyar kir ku li gel birayê wî Azîz Guler veşartine û emanetî wî kiriye û got: “Daxwaz dikin ku silavên me li bira Gokhan, Ûlaş, Eylem, Bedrettîn û hemûyan bike.”

Hevrêyên Kalafat qala têkoşîn û biryardarî û serkeftina wî kirin.