Cenazeya Şêrko Bêkes sibê dişînin Kurdistan

Cenazeya Şêrko Bêkes sibê dişînin Kurdistan

Helbestkarê kurd Şêrko Bêkes ku di 4’ê tebaxê de li Swêdê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe  ji dest da, cenazaya wî sibê dişînin Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ji malbata Bêkes hatiye girtin cenazaya wî di 11’ê tebaxê de roja yekşemê de ji Stockholmê dê bişînin Hewlêrê.  Hate diyar kirin ku dê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li balafirgeha Hewlêrê cenazê pêşwazî bike û ji bo Bêkes dê merasîma yekemîn wezareta çandê pêk bîne.

Cenazeya Bêkes dê li Silêmaniyê bê definkirin. Li aliyê din ji bo merasima cenazeyê xebatên li Parqa Azadî didome. Şêrko Bêkes ku kurê helbestkarê kurd Faîk Bêkes bû demekê wezaretiya çandî kiribû. Ji 40’î zêdetir pirtûk nivîsî û wek pêşengê helbesta kurd ya modern tê qebûlkirin.