Cenaze ji aliyê 10 hezaran ve hatin pêşwazîkirin

Cenaze ji aliyê 10 hezaran ve hatin pêşwazîkirin

3 Cenazeyên siyasetmedarên kurd ên jin ku li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li Amedê ji aliyê deh hezaran kesî ve bi durişmen “Şehîd namirin”, “HPG toldildan” û “Rêhevalên Rojê nemirin” hat pêşwazîkirin. Gelê Amedê dilê xwe ji her sê paqrewanên xwe re vekir û ew hêmbêz kir.

Li Amedê beriya cenaze bên balafirgehê, bi deh hezaran amedî li ber Balafirgeha Amedê li hev civiyan. Girseya pankarat “Sê rêhevalên me nemirin” vekir û bê navber durişmên “Şehîd namirin”, “HPG toldildan”, “Rêhevalên Rojê nemirin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e” û “Kurdistan wê bibe gora faşîzmê” qêriyan.

Di nava demek gelek kinde hejmara girseyê derket asta herî bilin. Polîsên ku li ber balafirgehê tedbîrên gelek berfireh girtibû destûr nedan girse têkeve hundirê balafirgehê. Vê demê endamên Meclîsa Jinan ji bo cenazeyan bigirin ketin hundirê balafirgehê. Polîsan vê demê yek bi yek di ambulansan de lêgerin kir û wisa hişt ambulans têkevin hundir.

Dema ku balafira cenaze dianî dada kadê durişm, tilîlî û çapikan girseyê hêstên xwe da nîşandan. Parlamenterên Ayla Akat, Ozdal Uçer, Mulkiye Bîrtane, Hayrettin Aksoy, Nazmî Gur, Adil Kurd, Pervîn Buldan, Serokê Rêxistina BDP’ê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, gelek rêxistinên BDP’ê yên Kurdistan û Tirkiyeyê, weletiyên ji derveyî Amedê hatine jî tevli pêşwazîkirina cenazeyên her sê paqrewanên Kurdistanê bûn.

Piştî cenaze hatin girtin girseyê berbi durayana Kuruçeşmeyê dest bi meşê kir. Dema girse gihişt Kuruçeşmê li vir bi hezaran kurdistaniyên din jî tevli meşê bûn. Li gel vê tevlibûnê kolanên Rezan a Amedê vegeriya deryaya mirovan. Ji ber îzdihama bê hempa rêya 15 deqeyan nêzî saetekî dom kir. Hejmara girseya ku ber bi Dortyola Rezan ve diherikî li vir ji bi tevlibûna bi hezaran welatiyan gihişt asta xwe ya herî bilind û bû zêdetirê 30 hezar kesî.

Rêkûpêkirina girseyê û ewlehiya girseyê jî ji aliyê Dayîkên Aştiyê û Meclîsa Jinan ya BDP’ê ve hat girtin. Girseya ku li dû ambulansa dihat bi pêxistina findan cenaze ber bi Nexweşxaneya Taybet a Rezan ve birêkir. Bi lêxistina “Sê jinên azad” ya Şehîd Delîla, di nava girseyê demên hestewar hatin jiyandin û gelek kesan rondik barandin. Gelê li malên xwe yên li ser riya cenaze jî derketin ser şeneşîn û paceyên xwe û bi durişmeyan cenaze pêşwazî kir. Piştî cenaze gihiştin ber darbestên her sê jinên paqrewan ji aliyê jinan ve hatin hilgiritin û birin morga Nexweşxaneyê Taybet a Rezan.

Cenaze îşev dê li vê derê bên ragirtin. Her wiha jin jî wê li ber deriyê nexweşxaneyê îşev heta serê sibê nobetê bigirin. Serê sibê jî cenaze dê dîsa ji vir bi girseyê bên girtin û ji bo merasîmê wê bibin Qada Batikenta Amedê. Piştî merasîmê jî cenaze dê ji bo bên definkirin ji Dêrsimê, Mêrsîn û Bazarcixa Mereşê re bên birêkirin.