Çelîk: Ji bo azadiya Ocalan em amade ne her bedelan bidin
Çelîk: Ji bo azadiya Ocalan em amade ne her bedelan bidin
Çelîk: Ji bo azadiya Ocalan em amade ne her bedelan bidin
Di çalakiya Muş TUHAD-DER'ê ya ji bo girtiyên nexweş hat lidarxistin de Parlamennterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelîk, diyar kir ku ji bo pêvajoya muzakereyan bi tenduristî pêş bikeve divê berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan û ji bo azadiya Ocalan amade ne ku her bedelan bidin. Çelîk, da zanîn ku nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya şer û aştiyê ye.
TUHAD-DER'ê ya Mûşê bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên siyasî li Salona Sporê ya Ataturk a Mûşê konserek pêk anî. Bi sedan welatî tevli konserê bûn. Girsê di konserê de bê navber siloganên "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwedana zindana", "Bijî Serok Apo" gotin. Konserê bi rêzgirtinê destpê kir. Di konserê de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, axaftin kir û 35. salvegera damezirandina PKK'ê piroz kir. Çelîk, anî ziman ku wan heviya xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêda û wiha got: "Hikûmeta AKP'e Şivan Perwer û Mesut Barzanî da cem xwe û xwest şoreşa Rojava asteng bike. Tu tiştê ku AKP bide me tuneye. Em dê bi destê xwe serkeftina xwe pêk bînin. Saleke Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan pêvajoya Çareseriya Demokratîk daye destpêkirin. Ji ber vê pêvajoyê kesek nemiriye. Ev bi xêra Birêz Ocalan e. Mîmarê aştî û azadiyê Birêz Ocalan e. Ger ku hikûmeta AKP'ê samîmî bûya dê niha girtiyên nexweş serbest berdana. Di serdema 12'ê ÎLonê de 80 hezar girtî hebûn. Lê niha 135 hezar girtî hene. Ev demokratîkbûna AKP'ê nîşan dide.”
'JI BO AZADIYA OCALAN EM JI HER TIŞTÎ RE AMADE NE'
Çelîk, da zanîn ku ji bo pêvajoya muzakereyan bi tenduristî pêş bikeve divê berî her tiştî Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan û ji bo azadiya Ocalan amade ne ku her bedelan bidin. Çelîk, da zanîn ku nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya şer û aşiyê ye û wiha got: "Em dê di hilbijartina 30'ê Adara 2014'an de Mûşê bi rengê tevgera kurdan a siyasî boyax bikin. Em dê Mûşê bikin keleha azadiyê. Konser bi stranên Seyda Perinçek û govendê bi dawî bû.