Li Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Şera ya Efrînê komên çekdar ên girêdayî Artêşa Suriyeyê ya Azad welatiyê Kurd Ednan Cimo yê 60 salî kuştin.
Li navçeya Şera ya Efrînê welatiyê kurd Ednan Cimo tevî kurê amê xwe Yihya Nûrî yên ji Gundê Kêmar, ji gundê xwe ber bi çiyayên derdora gund digeriyan, komeke çekdar a Artêşa Azad ew rawestandin.
Li gorî Yihya ew ji ber koma çekdar reviyane, lê şervanên koma çekdar gule bi ser wan de barandine û di encamê de Ednanê 60 salî jiyana xwe ji dest da û Yehya jî sivik birîndar bûye.
Gelê herêmê nerehetiya xwe ya derbarê hatina çekdarên Artêşa Azad û kuştina xelkên sivîl nîşan da.