BI DÎMEN

Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Dûîsbûrg hate pîrozkirin

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê hevserokê giştî yê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûg Mansûr Aslan ve hate kirin, di kesayeta Mehsûm Korkmaz (Egîd) ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Di pîrozbahiyê de Siyasetmedarê Kurd Kanî Mîranî axivî û wiha got: “Weke tê zanîn beriya 33 salan hemû gelên Kurdistanê hatibû êxsîrkirin û dagirkirin. 15’ê Tebaxê di pêşengtiya Fermandar Egîd de bû hêvî, bi taybet li Botanê pêngavek nû hate destpêkirin û belavkî hemû Kurdistanê bû. Bi vê pêşketinê gelê Kurd bû xwedî hêviyekî mezin. Piştî darbeya 12’ê Îlonê û şûn de gelê Kurd hemû hatibûn tirsandin, bêdnegkirin û hemû mafê wî hatibû ji destan girtin. Wê demê HRK û ARGK dest bi çalakiyên mezin kirin, têkoşîn û berxwedan pêş xistin. Îro jî gerîlayên HPG’ê berxwedanekî hê mezintir dikin û belav dibin. Bi boneya vê têkoşîna ku tê kirin gelê Kurd ji hemû demê îro nêzî azadiyê bûne. Ev jî bi têkoşîna Fermandar Egîd pêk hate.”

Mîran bi gotinên Korkmaz a “Ey Dihê ya ku ti kesê te nasnedikir, ji niha û şûn de wê hemû cîhan te û hemû Kurdistanê binase” bi bîr xist.

Piştî axaftinan koma foklorê ya NCKDD şanoyek pêşkêş kir û bi rêzê ve Koma Rizgar, Hozan Mizgîn, Hozan Seyîtxan çûn ser dike.

Pîrozbahî bi sirûdên “Bijî Serok Apo” û “ Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.

 

...