CDK-F’ê banga tevlîbûna mîtînga li Strasboûrgê kir
CDK-F, banga tevlîbûna mîtînga ku 25’ê Hezîranê wê ji bo azadiya Ocalan a fîzîkî li Strasboûrgê bê lidarxistin, kir.
CDK-F, banga tevlîbûna mîtînga ku 25’ê Hezîranê wê ji bo azadiya Ocalan a fîzîkî li Strasboûrgê bê lidarxistin, kir.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CKD-F), ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a fîzîkî çalakiya nobedê ya li pêşiya avahiya Konseya Ewropa dewam dike.
Di çalakiyê de, banga tevlîbûnek xurt a ji bo mîtînga li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê hate kirin.
Di daxuyaniya çalakiyê de ev hate ragihandin: “Rêberê Netewî yê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan ê ku bi fikrên demokrasî û aştiyê bûye mîna modelekê ji bo Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê, ev 17 sal in girtiye. Di kesayeta Birêz Ocalan de vîn û jiyana 40 milyon Neteweya Kurd hatiye girtin. Ji Nîsana 2015’an ve têkildarî Ocalan hê ti agahî nehatine girtin. Mafê hevdîtinê yên malbat û parêzeran hatine xespkirin. Di kesayetiya Birêz Ocalan de aştî, demokrasî û azadî ji gelê Kurd hatiye girtin.”
‘EM LI BENDA HEMÛ KURD Û DOSTÊN WAN IN’
CDK-F’ê di dawî daxuyaniya xwe de ji bo mîtînga ku wê 25’ê Hezîranê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Çalakiya Nobedê ya ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan, li Strasboûrgê dewam dike di 25’ê Hezîranê de dikeve sala xwe ya 4’emîn. Di serî de tevahî gelê Kurd û dostên wan ên li Bakurê Fransa; em bang li kes û saziyên çepgir, sosyalîst, demokrat dikin ku tevlî mîtînga saet 12:00’an bibin.”