Koordinasyona Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) kuştina sê siyasetmedarên Kurd weke "komkujiyeke bêbext" nirxand û vê bangê li hemû Kurdên Ewropayê kir: "Ji bo protestokirina vê komkujiyê divê herkes 12'ê Çileyê roja sêşemê li meydana Bastilleyê werin cem hev dû.
CDK, kuştina yek jî damezrênerên PKK'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parisê Fidan Dogan û kadroyên ciwan ê tevgerê Leyla Sonmez bi tundî şermezar kir. CDK bal kişand cih û dema komkujiyê û vê bangê li gelê Kurd kir:
"Wisa dixuyê ev komkujî bi awayekî plankirî pêk hatiye. Em ê miheqeq hesabê vê yekê bipirsin. Komkujî di seatên nîva rojê de li kolanekî qelebalix a Parisê pêk hatiye. Her sê hevalên me jî bi guleyên ku berdane serê wan, hatine kuştin. Ji bo vê jî ev bêbextî û hovîtiyekî mezin e. Herwiha balkêş e ku ev qetliyam di dema bi serokatiya me re hevdîtinên çêdibin, pêk hatiye.
Îhtimal heye ku ev komkujî li dijî çareseriyê provakasyon be jî. Hikûmete Fransayê jî bi vê komkujiyê kete bin tohmetê û ji bo vê jî divê demek ji ya dî zûtir vê kuştinê ronî bike û kujeran derxe pêşberî dadê. Gelê Kurd heya dawiyê wê dev ji vê bûyerê bernede. Têkoşîna me bi xwedî derketina şehidên xwe, her tim her cure êrîşî vale derxist. Ji bo vê jî divê gelê me tevlî protestoya ku 12'ê Çileyê roja şemiyê seat 12'an li meydana Bastille ya Parîsê were li dar xistin, bibe."