CDK'ê li Rennesê kongre lidar xist
Li Rennesê 2. kongerya CDK'ê hat lidarxistin. Di kongreyê de hevserok û endamên komîsyonê hatin hilbijartin.
Li Rennesê 2. kongerya CDK'ê hat lidarxistin. Di kongreyê de hevserok û endamên komîsyonê hatin hilbijartin.
Li bajarê Fransa Rennesê, 2. kongreya CDK'ê hat lidarxistin. Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) hat lidarxistin û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn.
Piştî hilbijartina dîwanê, nirxandinên siyasî hat kirin û beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.
Ji bo hevserokatiyê Gulnûr Karadûman û Mazhar Kiliç hatin hilbijartin.
Di kongreyê de ji bo komîsyona rêxistinbûyînê 14, ji bo komîsyona têkiliyên derve 7, ji bo komîsyona çand-huner û perwerdeyê 6, ji bo komîsyona ciwanan 10, ji bo komîsyona aştî û lihevkirinê 9, ji bo komîsyona dîsîplîn û kontrolkirinê 5, ji bo komîsyona malbatên şehîdan 6, ji bo komîsyona FEDA 4, ji bo komîsyona mizgeftê 13 kes hatin hilbijartin.
Endamên komîsyonan wê di rojên pêş de li hev bicivin û di nava xwe de wezîfeyan payê bikin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.