Çavkaniyên HDP’ê ew îdîa derewandin
Çavkaniyên HDP’ê ew îdîa derewandin
Çavkaniyên HDP’ê ew îdîa derewandin
Daxuyaniya duh a Serokwekîlên HDP’ê ya, "Me reşnivîseke nexşerê dît” di medyaya serwer a Tirk de wek, "Nexşerê amade ye, piştî desteyan di meha Sibatê de wê vekişîn destpê bike” hat şîrovekirin. Çavkaniyên HDP’ê jî gotin ku îdîaya mijara gotine ne rast e û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullaha Ocalan a di peyama dawî de wek rewşeke nû ji raya giştî re tê pêşkeşkirin.
Seroklwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken, di civîna duh a çapemeniyê de ku li Meclîsê li dar xist, dema bersiv dida pirsên rojnamevanan ên têkildarî pêvajoya çareseriyê got, "Me rûpelekî reşnivîsa nexşerê dît.”
Ev daxuyanî ji aliyê hin rojnameyan ve wek, “Nexşerê gihişt HDP’ê” hat şîrovekirin. Rojnameya Cumhuriyet jî xalên tê îdîakirin di reşnivîsê de cih digirin weşand.
Li gor vê reşnivîs ji 6 xalan pêk tê. Destpêkê wê Desteyên Şopandin û Koordînasyonê yên hefteya buhrî di Rojnameya Fermî de hat weşandin wê bikevin meriyetê. Li gor îdîaya di nûçeyê de wê hêzên gerîla di meha Sibatê de vekişin.
Di nûçeyê de gavên din jî wiha tên rêzkirin:
"Girêdayî vekişînê daxuyaniya PKK’ê ya bêje ku li hember Tirkiyeyê dest ji bikaranîna çekan berdaye
-Bicihanîna vekişînê
- Ji bo kesên vedigerin rehabilîtasyon û ji civakê re bên qezenckirin
- Ne ji hemû PKK’yiyan re lê ji hinekan re derfetên ku siyaseta aktîf bikin bên avakirin, ji bo wê gavên qanûnî bên avêtin. "
HDP’ê îdîayên mijara gotinê piştrast nekir. Çavkaniyên HDP’ê diyar kirin ku di reşnivîsa ku hevdîtina duh de hat nîşandan detayan cih negirtine û gotin ku di reşnivîsê de tenê hin serenavan cih digirt.
Çavkaniyên HDP’ê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a herî dawî ya, "Yekîtiyeke rêgezî pêk hat, lê pêwîst e hundirê wê bê dagirtin” bi bîr xistin û destnîşan kirin ku weke ku medyaya serwer a Tirk pêşkeş dike rewşeke nû tune ye.