‘Çavê girtiyê nexweş Coşkun kor bû’

‘Çavê girtiyê nexweş Coşkun kor bû’

Girtiyê bi navê Serhat Dînçer têkildarî girtiyê nexweş Atîlla Coşkun ê ku bi wî re li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne agahî dan û wiha got: "Li gorî doktorên fakulteyê çavê çepê yê Atîlla kor bû û ji sedî yek tenê dibîne. Heke neyê dermankirin dê çavê rastê jî kor bibe."

Girtiyê bi navê Serhat Dînçer ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne têkildarî girtiyê nexweş Atîlla Coşkun ê ku di koguşa wî de dimîne name şand. Dînçer diyar kir ku, rewşa Coşkun her roj xirab dibe û wiha got: "Hevalê Atîlla nêzî 6 mehin girtî ye. Niha di mêjiyê wî de kîst heye. Hêj nehatî girtin qezaya trafîkê derbas kir. Di mêjiyê Atîlla yê rakirin nexweşxaneyê kutleyekî reş hate tesbîtkirin. Pişt re li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bakirkoyê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê filmê mejiyê wî hate kişandin. Doktoran ji heval Atîlla re got divê di demek kin de kîsta li ser mejiyê wî bê girtin. Hêj dermankirina heval destpê nekir hate binçavkirin. Atîlla ji ber êşa ser a her tim diçe nexweşxaneyê. Çend çaran çû Nexweşxaneya Zanîngeha Trakyayê."

'DI ÇAVÊ WÎ YÊ ÇEPÊ DE JI SEDÎ YEK TENÊ DIBÎNE'

Dînçer anî ziman ku, di filmên Coşkun ên li nexweşxaneyan de hatin kişandin her diçe kîst mezin dibe û wiha destnîşan kir: "Doktor ji ber êşa ser dermana bi navê 'Cîpraleks' didin heval Atîlla. Ev derman jî tenê 1-2 saetan bandorê dike. Ji xwe piştî heval Atîlla derman girt radikeve. Me dît ku di çavê heval Atîlla yê çepê de her diçe korbûn çêdibe. Li ser vê yekê sewqî Nexweşxaneya Dewlêtê hate kirin. Lê ji ber ku amûrên çavan tunebûn vê carê jî sewqî Zanîngeha Trakyayê hate kirin. Ji xwe berê ji bo çav sewqa wî ya norolojiyê hebû. Li gorî teşhîsa doktorên fakulteyê çavê heval Atîlla yê çepê ji sedî yek tenê dibîne. Ji bo dermankirinê divê kîstê di mêjiyê wî de bê girtin. Kîst di aliyê mêjî yê rastê ya di nava mêjî de cih digre. Organa texrîp kir ya ewil çavê çepê bû. Bandora xwe li ser demarên çavê çepê kirin."

'HEKE KÎST NEYÊ GIRTIN DÊ ÇAVÊ RASTÊ JÎ WINDA BIKE'

Dînçer da zanîn ku, heke kîstê di mêjiyê Coşkun de neyê girtin dibe ku çavê xwe yê rastê jî winda bike û wiha pê de çe: "Her çiqas di aliyê psîkolojîk û manevî de piştgiriyê bidin hevalê xwe dîsa jî hevalê me her roj li ber çavê me dihele. Niha di nava tinetiyekî mezin de dijî. Bandora nexweşiyê ya li ser organên din her roj xuya dike. Dema mirov şertên girtîgehê li ber çava digire divê heval Atîlla derve bê dermankirin. Di van şertan de nikare bijî. Divê hevalên me yên wisa nexweş û rewşa wan giran ji girtîgehê derbikevin."