Carl Bildt: Pêwîste tundiya polîsan bê lêpirsîn
Carl Bildt: Pêwîste tundiya polîsan bê lêpirsîn
Carl Bildt: Pêwîste tundiya polîsan bê lêpirsîn
Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt ku bersiva pêşniyarpirsên Berdevkê Polîtîkayên Derv yê Partiya Çep Hans Linde û Parlementera Partiya Çep Emîneh Kakabaveh dabûn, da û got, di dema xwepêşandanên ku li Taksîmê destpêkir û li gelek deverên Tirkiyeyê belavbû, sazî û polîsên Tirk tund nêzbûn, ji ber vê çendê têkildarî îdiayên bikaranîna tundiyê pêwîste lêpirsîn were vekirin.
Bildt destnîşan kir ku, “Ji bo azadiya fikir bê bihêzkirin pêwîste serbixwetiya çapemeniyê bikeve bin ewlehiyê, her wiha pêwîste zagona ku derdora 20 hezar malperên înternetê bloke dike berçavan re were derbaz kirin.” Bildt diyarkir ku, ji bo rojnamevanên li girtîgehê û danasîna terorîzmê ji nû ve were kirin. Bildt bilêv kir ku, bêxwestekiya çapemeniya Tirk ya nûçeyan ji rayagiştî re ragihîne, oto sansurekî vekiriye.
Bildt diyarkir ku, pêwîste ji bo rewşa li Tirkiyeyê sererast bibe û demokrasî pêşbikeve- pêwîstî bi diyalog û vekirîbûnê heye, eger ev çênebe pêngavên ku îro Tirkiye di avêje dê dibin siha wê de bimînin. Bildt balkişande ser ku, ji bo pêvajoya hiqûqî û reformên makezagonî berdewam bikin, her wiha azadiyên maf û hemwelatiyan bikevin bin ewlehiyê û tolerans ji fikrên cûda re bê dîtin, pêwîste tedbîrên bibawer bêne girtin.
Bildt aşkera kir ku, ev daxwaz beriya vê li ser navê Yeketiya Ewropayê Ashton anîbûn ziman û got, ew bûyerên ku li Tirkiyeyê rû didin bibaldarî dişopînin.
Carl Bildt ku li Ewropa weke piştevan û dostê desthilatdariya AKP’ê yê herî nêz tê zanîn, li rexmî ew qas bertek û rexneyên li ser helwesta Erdogan û tundiya ku polîsan li Taksîmê û tevayî Tirkiyeyê pêkanîn, protesto nake.
Ev hewlesta Bildt netenê ji aliyê muxalefetê ve ji aliyê partiyên hevparên desthilatê ve jî tê rexnekirin. Parlementerên muxalefetê yên ku me hevdîtin pêre çêkirin, daxwazkirin ku pêwîste Bildt tundiya polîsan şermezar bike. Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh diyarkir ku, ew ji bersiva ku Bildt daye pirsên wê nememnûne û got, ew ji Hikumeta Swêdê û Bildt daxwaz dikin ku, tundiya polîsan şermezar bike.