CAN TV roja 1'ê Gulanê dest bi weşanê dike
CAN TV ku dixwaze bibe dengê Elewiyan, roja 1'ê Gulanê dest bi weşanê dike.
CAN TV ku dixwaze bibe dengê Elewiyan, roja 1'ê Gulanê dest bi weşanê dike.
CAN TV ku dixwaze bibe dengê Elewiyan, li ser peyka Eutelsat-Hotirdê 1'ê Gulana 2018'an dest bi weşanê dike.
Desteya Weşanê ya CAN TV daxuyaniyek da û got, "Li dijî kesên ku dixwazin dengê Elewiyan bibirin, em ê di rêya heq û heqîqetê de dengê xwe bilind bikin."
Desteya Weşanê ya CAN TV zext û zordariya li Tirkiyeyê ya li ser mûxalîfan şermezar kir û got, "Li dijî vê rejîma ku li ser tinekirina gel û baweriyên cuda ava dibe, em ê dengê xwe bilind bikin. Em bang dikin ku tavilê dawî li van zext û zordariyan bê anîn."
Di daxuyaniyê de bi taybetî bal hate kişandin ser polîtîkayên çavtirsandin û tepisandina civak û medya Elewiyan û hate gotin, "Em dixwazin hemû mafên TV10 û YOL TV ên bi biryarnameyan hatin girtin bên radestkirin û malên wan ên hatine desteserkirin ji xwediyan re bên dayin. Cewhera xeta me ya weşanê, rabûna li ber her şêwe êrîşên li dijî baweriya Elewiyan e. Em ê xizmetê ji wê yekê re bikin ku civaka Elewî weke civakeke azad û wekhev a mîna bawerî û civakên din, karibe çand û baweriya xwe bijî. Bi vê armancê em ê hem nûçe û agahiyên rast bigihînin Elewiyan, hem jî nûçe û agahiyên rast ên li ser Elewiyan bigihînin civak û baweriyên din."
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku CAN TV wê hurmetê nîşanî hemû nêrînên cuda bide û hate ragihandin ku Ji bo parastin û danasîna çand û baweriya Elewiyan, wê bernameyên pêwîst amade bikin û hemû derfetên xwe bi kar bîne.