Can Dundar jî ji kar derxistin

Can Dundar jî ji kar derxistin

Nivîskar Can Dundar ku ji ber piştgirî da berxwedana Geziyê ev demeke nivîsên wî li rojnameya Milliyetê nayê nivîsandin, ji kar hat derxistin.

Rêveberiya rojnameya Milliyetê ku bi îstifaya Derya Sazak re Fîkret Bîla hat ser kar, ji Can Dundar re ragihand ku ew êdî rêya xwe pê re vediqetînin.

Li gorî daneyên Şaxê Stenbolê ya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS), ji 27'ê Gulanê heta 22'ê Tîrmehê 59 xebatkarên çapemeniyê karên xwe wendakirin, ji van 22 ji kar hatin derxistin, 37 jî neçarî îstifayê bûn.