Çalakvanên li Strasboûrgê: Divê em têkoşîna xwe geştir bikin
Çalakiya greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropayê, di roja xwe ya 3’emîn de berdewam dike, çalakvanan banga xwedîderketina li têkoşîna zindanan kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropayê, di roja xwe ya 3’emîn de berdewam dike, çalakvanan banga xwedîderketina li têkoşîna zindanan kirin.
Ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ku 60 roj in, di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de didome, bi piştgiriya Kongreya Civaka Kurdistanê a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) ve li Strasboûrgê li ber Konseya Ewropayê, çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 3’emîn de berdewam dike.
29 kes ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ku 60 roj in di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger; îro jî 18 kesên din ji bo piştgiriyê ketin greva birçîbûnê ya bidorveger.
Çalakvanan li ber Konseya Ewropayê (KA) kon vekirine û bi daxuyaniyên xwe ve balê dikişînin ser greva birçîbûnê ya ku 60 roj in di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de berdewam dike.
Rewşa tenduristî a çalakvan baş e, çalakvan di nava rojê de bi govend û marşan ve peyamên berxwedanê didin.
Îro Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Baselê hat serdana çalakvanan. Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (DEM-KURD) Hevserok Fatma Matûr û li ser navê ADHK’yê jî Hava Dogan axivîn. Dogan û Matûr di axaftinên xwe de bal kişandin ser greva birçîbûnê ya zindanan û banga geşkirina têkoşînê kirin.
Ji aliyê din ve, ji çalakvanên greva birçîbûnê Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Parlementera HDP’ê Tûgba Hezer û berdevka Yekîtiya Jinên Sosyalîst Gulderen Sevîm ji ajansa me re axivîn û rojev nirxandin.
SARIYILDIZ: ZINDAN NAVENDA BERXWEDANÊ KU JI AMEDÊ DESTPÊKIRÎ Û HETA ROJA ME YA ÎRO HATIYE
Sariyildiz bal kişand ser rewşa xeternak a çalakgerên di greva birçîbûnê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û wiha got; "Desthilatdaran ji bo îradeya gel û ya berxwedêrên girtîgehan bişikînin hemû cure rêbazan pêk tînin û hemû şêweyên zilmê jî rewa dibînin. Lê belê tiştek ji bîr kirine, li girtîgehan kevneşopiya berxwedanê heye, berxwedana ku îro li girtîgehan heyî berdewama vê kevneşopiyê ye. Dema ku zlim û faşîzm berê xwe dide hevalên me yên girtîgehan, hevalên me bi bedena xwe li dijî vê bi berxwedanê, bi paş ve gavan navêjin. Ev kevneşopiyek e ku ji zindana Amedê destpêkirî û heta roja me ya îro berdewam dike."
'PÊWÎST E XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERBIKEVIN'
Sariyildiz di berdewama axaftina xwe de wiha got; "Berxwedana ku li girtîgehan berdewam dike, pêwîst e li hemû her derê ji bo wê çalakiyên piştgiriyê werin lidarxistin û xwedî li berxwedanê derbikevin. Berxwedêrên girtîgehan ne tenê ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xistine, di heman demê de li dijî politîkayên ku dixwazin gelê Kurd tine bikin, berxwedanek dane destpêkirin.
Daxwazên girtiyên di grevên birçîbûnê de daxwazên me ne. Pêwîst e hemû kes xwedî li berxwedana zindanan derbikevin. Serketina ku li zindanan derbikeve wê bandora xwe li gelê me yê ji derve re jî bike. Çeka ku di destê wan de, tenê bedena wan e û bedena xwe xistine ber berxwedanê, pêwîst e her kesê ku dibêje ez mirov im, erka wan a bingehîn xwedîderketina li girtiyan e."
HEZER: PÊWÎST E DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN ME BIN
Çalakgera din a greva birçîbûnê û Parlamentera HDP'ê Hezer jî wiha got; "Pêwîst e xwedî li berxwedana girtiyan derbikevin û berxwedana wan li her qadê were xurtkirin. Pêwîst e em li her qadê xwedî li berxwedana zindanan derkevin ya ku di nava 4 dîwaran de roj bi roj mezintir dibe. Daxwazên girtiyan, pêwîst e daxwazên me hemûyan be. Di vê nuqteyê de ku dema em sibê biçin ser sindoqan kesên ku yekkesiyê û faşîzmê li ser me ferz dikin, divê em ji wan re bibêjin NA. Em ji bîr nekin ku dema me got Na, em ê piştgiriya herî mezin bidin berxwedana li zindanan."
SEVÎM: PÊWÎST E LI HER QADÊ XWEDÎ LI BERXWEDANA ZINDANAN DERBIKEVIN
Bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê, yek ji nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîst Gulderen Sevîm jî axivî û wiha got; "Çalakiyên ku li her qadê werin lidarxistin, ji bo xwedîderketina li berxwedana zindanan e." Sevîm bang li gelên ku sibê wê biçe ser sindoqan jî kir û wiha got; "Ji bo piştgirîdayîna berxwedana zindanan, pêwîst e hemû kes biçin ser sindoqan û dengê NA bide û xwedî li sindoqan derbikevin."