Çalakiyên YPG/YPJ'ê dewam dikin
Çalakiyên YPG/YPJ'ê dewam dikin
Çalakiyên YPG/YPJ'ê dewam dikin
Li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên di encama derbên şervanên YPG/YPJ'ê ketine pozîsyona parastinê, çalakî bênavber dewam dikin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 71. de dewam dikin. Navendê ragihand ku şervanên YPG/YPJ derbên mezin li çeteyan didin û got, "Çalakiyên li hemberî komên çete ku ji ber derbên şervanên me ketine pozîsyona parastinê dewam dikin."
Di daxuyaniyê de li ser encamên pevçûnên dawî ev agahî hatin dayîn:
"Komên çete li eniya rojhilat, piştî derbên ku şeva bihurî xwarin, bi giştî ketine rewşa parastinê. Şevê din li vê eniyê şerên dem kurt rû dan, lê encama şer nehat zelalkirin.
Li eniya başûr jî şervanên me, li hemberî hin deverên ku çeteyan dagirkirine êrîş pêk anîn. Di encama êrîşan de 4 nuqte hatine rizgarkirin û komên çete ji van deveran hatine derxistin. Hêzên me, li vê herêmê qedemeyek din bi pêş ve çûne. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê herêmê 7 çete hatine kuştin, 4 keleşnîkof û 4 rextên çeteyan hatine desteserkirin."