Çalakiyên "PKK'ê ji 'lîsteya terorê' derxînin"
Pîrozbahiyên 37. salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di pîrozbahiyên li Elmanya, Kanada û Awûstralyayê de hat xwestin, ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.
Pîrozbahiyên 37. salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di pîrozbahiyên li Elmanya, Kanada û Awûstralyayê de hat xwestin, ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.
Pîrozbahiyên 37. salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di pîrozbahiyên li Elmanya, Kanada û Awûstralyayê de hat xwestin, ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin, ku PKK tevgereke mirovahiyê ye û hat gotin, "PKK'ê gav gi bav gelên herêmê nêzî azadiyê dike."
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê, li dijî qedexeya li ser PKK'ê û ji bo serbestberdana girtiyên siyasî meşek hat lidarxistin.
Girseya gel li ser banga NAV-DEM û Kurdistan Solidaritaetkomitee li Alexanderplatzê civiya û dest bi meşê kir. Meclîsa Jinê ya Destdan, ATÎF, Partîzan, Ciwanên Antîfa jî destek dan meşê.
Di çalakiyê de, tevî pankartên balê dikişînin ser daxwazên ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, wêneyên Tahîr Elçî yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, hatin hilgirtin. Piştî çalakiya ku li Brandenbûrger Tor bi dawî bû, Meclîsa Jinê ya Destdan, ji ber Komkujiya li Parîsê gul danî ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê.
TORONTO
Li bajarê Kanada Torontoyê, salvegera damezrandina PKK'ê li Navenda Civaka Demokratîk hat pîrozkirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Tahîr Elçî yê duh ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Axaftina vekirinê ya çalakiyê ji aliyê Îhsan Kaya ve hat kirin. Kaya diyar kir ku berpirsyarê cînayeta Elçlî AKP ye û got, "Wê nikaribin bi gelê Kurd."
Hevseroka Navendê Çîgdem Kazan jî peyama PJAK'ê xwend. Di peyamê de hat destnîşankirin ku PKK partiyeke jinan e.
Di şevê de Viyan Kaya, Sînan Karoglûn û Cem Kocaoglû derketin ser dikê.
Pasta ji bo salvegera damezrandina PKK'ê hatibû amadekirin, ji aliyê zarokan ve hat birîn.
MELBOÛRNE
Li bajarê Awûstralya Melboûrne jî, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Vîctorya (NAV-KURD) pîrozbahiye bi beşdariya bi sedan kesan organîze kir.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Desteya Rêveber a NAV-KURD'ê, Komeleya Kurdistaniyên Welatparêz ên Rojhilatî, Yekîtiya Jinên Kurd ên Vîctorya û saziya Awûstralyayiyan ji bo Kurdistanê, axaftin hat kirin. Qisekeran veguherîn û veguherîna PKK'ê di nava gelê Kurd de pêk aniye, bandora felsefe û îdeolojiya PKK'ê li ser Kurdan û gelê li herêmê, nirxandin.
'PKK LI HEMBER HÊZÊN PAŞVERÛ BI TENA XWE TÊDIKOŞE'
Dave Holmes ê ji bo Kurdistanê li ser navê Awûstralyayiyan axivî got: “Tevgera PKK’ê li gor cîhanê tevgereke pêşverû ya şoreşger e, Awûstralya PKK’ê hê di lîsteya terorê de digire û ev qet nayê qebûlkirin.” Holmes wiha dewam kir "PKK ji bo me tevgereke azadiyê ye û li Rojhilata Navîn li hember hêzên paşverû bi tena xwe têdikoşe. Divê em her cure piştgiriyê bidin.”
'PKK’Ê HIŞT KU KURD L CÎHANÊ BI HURMET TÊN PÊŞWAZÎKIRIN'
Li ser navê Desteya Rêveber a NAV-KURD Fatoş Çîçek jî wiha got: "Tevgera PKK’ê berî her tiştî tevgereke mirovatiyê ye. Bi îdîa, biryardarî û baweriyeke mezin ku 37. sala xwe dagirt, her roj gelên herêmê hê zêdetir nêzî azadiyê kiriye. Tevgera PKK’ê rêya nivîsandina dîroka Kurd a modern vekir. Ji ber vê sedemê Kurd li cîhanê bi hurmeteke mezin tên pêşwazîkirin. PKK, di heman demê de tevgereke ku nirxên mirovî zindî dihêle û di cewhera xwe de tevgereke demokrasî, çandî û entelektuel e.”
Di pîrozbahiyê de slayteke ku dîrokçeya 27’ê Mijdarê vedibêje hat nîşandan û paşê Hozan Diyar derket dikê.