Çalakiyên Pêncşema Reş di 192. Hefteyê de berdewam dike
Çalakiyên Pêncşema Reş di 192. Hefteyê de berdewam dike
Çalakiyên Pêncşema Reş di 192. Hefteyê de berdewam dike
Li Amed, Riha, Mêrdin û Wanê di çarçoveya çalakiya Pencşema Reş de li dijî daxuyaniyên serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan nerazîbûn hate nîşandan.
Li Navçeya Amedê Peyasê çalakiya pênçşema Reş di hefteya 192. de dewam kir. Vê hefteyê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî tevlî çalakiya li ber Saredariyê bû. Bi heman armancê li navçeyên Riha Wêranşar û Pirsûsê jî çalakiyên pênçşema reş li ber avahiyên şaredariyan pêk hatin. Rêveberên BDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî jî di nav de xebatkarên şaredariyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li dijî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan ên têkildarî pirsgirêka Kurd de nerazîbûn hate nîşandan. Xebatkarên şaredariya Navçeya Mêrdîn Dêrikê jî bi daxwaza berdana siyasetvanên Kurd li ber saredariyê kom bûn. Di çalakiyê de rewşa girtiyên nexweş hate bibîrxistin û hate gotin, hikumeta AKP’ê siyasetvanên Kurd di girtîgahan de weke rehîneyên siyasî radigre.
Tevî rêveberên BDPê, gelek kes tevlî çalakiya ber saredariya Çelebîbagê ya Navçeya Wan Erdîşê bûn. Rêveberê BDP’ê Haydar Tenik bal kisand ser polîtîkayên dûrî yên AKP’ê û wiha got: " Hun nikarin gelê Kurd bi van polîtîkayan bixapînin. Divê di demeke kurt de siyasetvanên girtî bên berdan." Tenik rewşa girtiyên nexweş, sirgunkirina girtiyan û êrîşên komên çete yên li rojava bibîrxist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li dijî hemû êrîşan, gelê Kurd ji bo hilbijartinên xwecihî xwe bas amade bike."