BI DÎMEN

Çalakiyên Kurdistaniyan ên li Ewropayê dewam dikin

Çalakiyên Kurdistanên ên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk, li Ewropayê dewam dikin. Di çalakiyên li gelek navendan de bal hat kişandin ser komkujiyên li gelê Kurd tên kirin.

Çalakiyên Kurdistanên ên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk, li Ewropayê dewam dikin. Di çalakiyên li gelek navendan de bal hat kişandin ser komkujiyên li gelê Kurd tên kirin.

LI POÎSSY HEVDÎTIN BI ŞAREDAR RE HAT KIRIN

Navenda Civaka Demokratîk a Normandîa ya Fransayê, ji bo bala raha giştî ya Fransayê bikişîne ser komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, li ber avahiya Şaredariya Poîssy bi tevlîbûna 150 Kurdistaniyan çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de komkujiyên çeteyên AKP û Qesrê li Kurdistanê dikin, hatin şermezarkirin. Ji nava çalakgeran heyetek ji 5 kesan, bi Şaredar Karl Olîvîer ê Komarger re hevdîtin kir û dosyayek li ser wehşeta heyî pêşkêş kir. Çalakgeran rewşa li Kurdistanê ji Şaredar re vegotin û piştî vê hevdîtinê dawî li çalakiya xwe anîn.

LI DÛÎSBÛRGÊ ÇALAKIYA HEVPAR A SAZIYÊN KURD, ELEWÎ, SOSYALÎST Û ELMAN

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê bi sedan Kurd, sosyalîst, Elewî û Elmanên dostên Kurdan saet di 17:00 de li ber Gara Trenê li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Girseya gel piştî daxuyaniyê meşiya. Hin faşîstên Tirk ên li derdorê hewl dan meşê provoke bikin. Polîsên Elman jî li şûna faşîstan bigirin 2 ciwanên Kurd binçav kirin. Piştî ku Komîteya Amadekar ket navberê û sekneke bi biryar nîşan da, polîsan her du ciwan berdan. Di mîtînga li dû meşê de li ser navê NAV-DEM'ê Niyazî Oztaş axivî û ji raya giştî ya navneteweyî xwest, nebe temaşekerê komkujiyan.

LI OLDENBÛRG-LEER'Ê BI SEDAN KES MEŞIYAN

Li herêma Leer a li nêzî bajarê Oldenbûrgê, ji bo bilêvkirina daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li Cizîr-Sûrê meş û mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaz li Serokwezîra Elman Angela Merkel hat kirin, ku bes bi Erdogan re hevkariyê bike. Di meş û mîtîngê de bi sedan kes amade bûn.

ÇALAKIYA KON A LI KOLNÊ BI DAWÎ BÛ, CIWANAN ÇALAKIYA BÊÎTEATIYA SIVÎL PÊK ANÎN

Li Kolnê, konê beriya sê rojan ji bo agahdarkirinê hat vedan, bi mîtîngê bi dawî bû. Di mîtînga li Meydana Domê de, li ser komkujiyên AKP li Kurdistanê dike sînevîzyon hat nîşandan. Elmanan û tûrîstan bi baldarî li sînevîzyonê temaşe kirin. Beşdarên mîtîngê dirûşmên "Kujer Erdogan", "Leşkerên Tirk ji Kurdistanê bicehimin", "Bijî berxwedana Sûr û Cizîrê" qîriyan. Li aliyê din, komek ji Ciwanên Azad li balafirgeha Koln-Bonnê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anî, belavok belav kirn û banga boykotkirina Tirkiyeyê kir.

LI VIYANAYA ÇALAKIYA CIWANAN A LI GARA TRENÊ

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, endamên Ciwanên Azad bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li Gara Trenê ya Navendî çalakiyek pêk anîn. Di daxuyaniya li vir de ciwanên Kurd ên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin hatin silavkirin û destnîşan kirin, her ciwanekî Kurd ê li Awûstûryayê dijî divê xwedî li vê berxwedana bi rûmet derkeve.

BI LÎSTIKA ŞANO RE KOMKUJÎ HAT PROTESTOKIRIN

Li bajarê Fransa Marsîlyayê Meclîsa Çandê ya TEV-ÇAND û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan çalakiyeke hevpar pêk anîn. Kurdistaniyên saet di 18:00 de li Meydana Vîeûx Portê li hev civiyan, der barê komkujiyan de li vir agahî dan û belavok li tûrîstan belav kirin. Hunermendên TEV-ÇAND'ê bi amûrên xwe tevlî çalakiyê bûn û stran û sirûên berxwedanê gotin. Endamên Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan jî bi lîstikeke şano, komkujiyên li Kurdistanê nîşan dan.

LI BAJARÊ ROÛENÊ MEŞ Û MÎTÎNGA BI FRANSIYAN RE

Li bajarê Roûen ê li bakurê Fransayê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, meş û mîtîngek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransayê beşdarî çalakiyê bûn. Di axaftinên li vê derê de bang li her kesî hat kirin ku li hemberî komkujiyên li gelê Kurd tên kirin, bêdeng nemînin.

CIWANÊN ROJAVAYÎ YÊ BI ZIMAN NIZANE LI KASSELÊ HAT BINÇAVKIRIN

Li bajarê Elmanya Kasselê, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û endamên Meclîsa Ciwanan li Konîgplatzê ji bo agahdarkirina gelê Elman çalakiyek hat lidarxistin. Hin ji faşîstên Tirk xwestin vê çalakiya bi qasî 20 ciwanên Kurd provoke bikin, lê bi xwînsariya ciwanên Kurd re pêşî li vê provokasyonê hat girtin. Polîsan dest li bûyerê werdan û nêzîkatiyeke nîjadperestî li hemberî ciwanên Kurd nîşan dan. Polîsan ciwanekî Rojavayî yê bi Elmanî nizane dehf dan û bi kelepçeyê destê wî girê dan. Ciwanan ev helwesta polîsan şermezar kirin û ji Emniyeta Kasselê xwestin, der barê mijarê de daxuyaniyekê bide.

BERLÎN

Li navenda bajarê Berlînê bi dehan ciwanên Kurd ên berdilka spî li xwe kirin pankarta bi nivîsa "Bijî Berxwedana Cizîrê" vekirin. Hin ji ciwanan di dema çalakiyê de xwe li erdê dirêj kirin û bal kişandin ser mirovên di komkujiyên li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane. Di dema çalakiyê de navê jin, zarok û ciwanên li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin û weke bersiv jî piştî xwendina her navî ciwanan gotin, "Ez ji aliyê polîsê Tirk ve hatim kuştin".

MANNHEÎM

Li bajarê Elmanya Mannheîmê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Paradaplatzê çalakiyek hat lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk di daxuyaniya li vir de ragihand ku ji îro û pê ve seferberî hatiye îlankirin û divê 24 saetan çalakî bên lidarxistin.

...