BI DÎMEN

Çalakiyên Kurdan ên ji bo Ocalan dewam dikin

Ji rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de li Ewropayê li çar aliyên cîhanê Kurdistanî li qadan e û çalakiyan lidar dixin.

Ji rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de li Ewropayê li çar aliyên cîhanê Kurdistanî li qadan e û çalakiyan lidar dixin.

MELBOÛRNE

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê (NAV-KURD) a li eyaleta Vîctorîa ya Awûstralyayê û bi desteka Yekîtiya Jinên Kurd li Vîctorîa û koma dostaniyê ya bi navê Aûstralîans For Kurdistan, Kurd duh li ber Pirtûkxaneya Eyaletê ya li navenda bajarê Melboûrne li hev civiyan û daxwaza azadiay Ocalan kirin.

Nûnerên saziyên Kurd li çalakiyê axivîn û jinan biyografiya Ocalan xwendin. Li ser navê dostên Kurd ên Awûstralyayî Dave Holmes peyivî, bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û komkujiyan û destnîşan kir, ku ji bo pêkhatina aştiyê divê Ocalan azad bibe.

KASSEL

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Kassel û derdora wê dijîn, ji bo tecrîda li ser Ocalan şermerzar kirin li Konîgsplatzê li hev ciciyvan û xwestin, derhal hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Di çalakiyê de li ser vê mijarê belavok hatin belavkirin û rizgarkirina Minbicê hat silavkirin. Kurdistaniyan bi qîrîna diruşmên "Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe' çalakiya xwe qedandin.

FREÎBÛRG

Bi heman armancê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Nûda û Navenda Civak Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê çalakiyek pêk anîn. Meşê ji meydana Zanîngeha Freîbûrgê destpê kir û endamên ANTÎFA û Dîe Lînke destek dan. Di çalakiyê de pankata bi nivîsa 'Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re aştî' hat hildan.

Dûre mîtîng hat lidarxistin û di axaftinên li vir de hat gotin, "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan gav bi gav giran dibe û gihaştiye asta tirs û fikaran." Qisekeran xwestin, tecrîda şidandî yal i ser Ocalan derhal were rakirin û Ocalan azad bibe.

BONN

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan meşiyan û tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya cîhanê şermezar kirin. Çalakgeran ji CPT xwestin, derhal heyetekê bişîne Îmraliyê. Li ser banga NAV-DEM'ê ji Bonn, Koln, Aachen, Dusseldorf, Duren, Leverkûsen, Koblenz û derdora wê Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistaniyên ji Frankfûrt, Hanaû, Offenbach û Russelsheîmê, li Kaîserstrasseyê li hev civiyan û ber bi qada mîtîngê ve bi qîrîna dirûşman meşiyan. Di axaftinên li vê çalakiyê de hat xwestin, hevdîtina bi Ocalan re derhal were kirin û şervanên Minbic rizgar kirine, silav kirin.

NURNBERG

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daketin qadan. Kurdistaniyan bi qasî 500 belavok belav kirin û gotin, heta agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Saet di 19:00 de komek ji nîjadperestên MHP'yî êrîşî çalakgeran kirin û di bûyera li vir de kesek birîndar bû.

BORDEAÛX

Ji bajarên Bordeaûx, Toûloûse û Rochefortê, bi qasî hezar kes ji bo şermerzarkirina tecrîda li ser Ocalan li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li hev civiyan. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Azadiya wî azadiya me ye, ewlekariya wî ewlekariya me ye, ji Abdullah Ocalan re azadî" vekirin û meşiyan. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bal kişandin ser fikarên xwe yên li ser jiyana Ocalan û xwestin tecrîd derhal were rakirin.

MANNHEÎM Û SAARBRUCKEN

Kurdistaniyên li bajarê Mannheîm û eyaleta Saarlandê dijîn, li ber Eûropa Galerîa ya bajarê Saarbruckenê li hev civiyan. Bi qasî hezar kesên li vê derê ji bo azadiya Ocalan dirûşme qîriyan. Di çalakiyê de parlamenterekî Dîe Lînke û nûnerên MKP jî amade bûn. Li qada çalakiyê belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin û hat destnîşankirin, ku ji bo azadiya Ocalan ew ê 24 saetan seferber bibin.

MARSÎLYA

Ji bajarên Marsîlya, Lyon, Avîgnon, Dragînyan, Montpellîer, Nîce, Cannes û Margnanyanê zêdeyî 3 hezar kes li ber Walîtiya Marsîlyayê li hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Di çalakiyê de bang li CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin, ku têkildarî rewşa Ocalan bikevin nava tevgerê. Kurdistaniyan dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriyan û destnîşan kirin, ku heta azadiya Ocalan ew ê li ser piya bin.

HERÊMÊN ALSAS-LORRAÎNE LI STRASBOÛRGÊ LI HEV CIVIYAN

Kurdistanî û çepên Tirkiyeyê yên li herêmên Alsas-Lorenê dijîn, tevî endamên Komeleya Dostaniya Kurd Fransa, li meydana Place Kleber a li bajarê Fransa Strasboûrgê li hev civiyan. Di çalakiyê de bang li CPT, Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropa û saziyên din ên navneteweyî hat kirin, ku li hemberî tecrîdê bikevin nava tevgerê. Di axaftinên li vir de hat destnîşankirin, heta agahî ji Ocalan bê girtin, ew ê çalakiyên xwe her zêde bikin.

STOCKHOLM

Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, li Parka Hûmlegarden a li paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Bi sedan beşdarên çalakiyê alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di dema meşê de bi rêya hoparlorê û belavokan, armanca çalakiyê hat vegotin. Piştre li meydana Norrmalmstrongê mîtîngek hat lidarxistin, dewleta Tirk hat şermezarkirin û daxwaza serbestberdana Ocalan hat kirin.

HELSÎNBORG

Li bajarê Helsînborg ê Swêdê, bi qasî 200 Kurdistanî li meydana Storatorgetê li hev civiyan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Seroka Rêxistina Partiya Çep a Bajarê Helsînborgê Claûdîa Valesqûes işaret bi tecrîda giran a zêdeyî sal û nîveke hatiye şidandin kir û got, ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Valesqûes xwest, li Kurdistan û Tirkiyeyê hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve destpê bikin û PKK ji nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' were derxistin. Di dema xwepêşandanê de komek ji ciwanên Kurd wêneyên Ocalan bi Keleha Helsînborgê ve kirin.

OREBRO

Kurdistaniyên li bajarê Orebro yê Swêdê, duh li meydana Storatorgetê xwepêşandaneke girseyî lidar xistin. Di xwepêşandanê de wêneyên Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ'ê hatin hildan. Di axaftinên li vir de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.

AMSTERDAM

SÎDNEY

WETZLAR

DORTMÛND

...