Çalakiyên ji bo HDP'ê yên li Ewropayê dewam dikin

Kurdên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên li dijî operasyonên qirkirina siyasî didomînin.

Kurdên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên li dijî operasyonên qirkirina siyasî didomînin.

LI BERLÎNÊ DIRÛŞMA 'BIMIRE DÎKTATOR ERDOGAN'

Kurdistaniyên duh berêvarê saet di 16:00 de li ber Parlamenta Federal a Elmanyayê li hev civiyan, tevî şoreşgerên Tirkiyeyî, demokrat, Elewî û komên antî faşîst ên Elman, êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin.

Di mîtîngê de bang li dewletên Ewropî bi taybetî jî Elmanyayê hat kirin, ku bes bi AKP û Erdogan re hevkariyê bikin. Çalakgeran dirûşmên "Destên dirêjî HDP'ê dibin bila bişikên", "Bimire Dîktator Erdogan", "Bijmire faşîzma AKP'ê", PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Wê îro jî saet di 17:00 de bi heman armancê li Alexander Platzê mîtîngek were lidarxistin.

FAŞÎZMA AKP'Ê LI BODENSEE'YÊ HATE ŞERMEZAKIRIN

Li bajarê Frîedrîchshafen ê li herêma Bodensee ya li başûrê Elmanyayê, Kurdistanî ji bo girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê protesto bikin li Bûchhronplatzê li hev civiyan. Zêdeyî 200 Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn û daxwaza berdana hevserok û parlamenterên HDP'ê hat kirin.

Nûnerên Dîe Lînke û MLPD'ê jî li vir axivîn û destek dan gelê Kurd. Di çalakiyê de li ser mijarê bi sedan belavok hatin belavkirin. Qenalên televîzyonê û rojnameyên Elman jî bi baldarî çalakî şopandin.

LI BAJARÊN BASEL Û BÎENNE YÊN SWÎSREYÊ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê li bajarên Basel û Bîenne yên Swîsreyê hate şermezarkirin.

BASEL

Kurdistaniyên li ber avahiya Partiya Lîberal Radîkal (PRL) li hev civiyan, zext û zordariya AKP'ê şermezar kirin. Heyetek li ser navê girseyê bi rayedarên partiyê re hevdîtin kir û dosya li ser mijarê pêşkêş kir.

Piştî vê hevdîtinê li qada çalakiyê axaftin hat kirin û banga mezinkirina çalakiyan li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn hate kirin.

BÎENNE

Kurdistanî û dostên wan ên li Centrale Place ya Bîenne li hev civiyan, heta Stasyona Trenê ya Navendî bi meşaleyan meşiyan. Komên antî faşîst ên Swîsreyî jî piştgirî dan vê meşê.

Piştî meşê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîenne Hamza Menge axivî û lenet li zextên li dijî HDP'ê anî. Menge destnîşan kir, ku gelê Kurd wê ti carî ji têkoşînê venegere.

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşman qediya.

LI VIYANAYÊ PÊVAJOYA ÇALAKIYAN A HEFTEYEKÊ DEST PÊ KIR

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî, bi şiyara 'Dest nede vîna min" pêvajoyeke çalakiyan a ji bo hefteyekê dest pê kir.

Çalakiya destpêkê li Mûseûms Qûartîerê pêk hat. Bi sedan demokrat li vê meydanê li hev civiyan û polîtîkayên AKP'ê şermezar kirin.

Çalakiyên li Viyanayê wê îro jî bi mîtînga li ber Nûnertiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li Viyanayê dewam bike.

Her wiha wê li Parlamenta Ewropayê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn.

...