BI DÎMEN

Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Awûstûrya, Fransa, Awûstralya û Kanadayê çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Awûstûrya, Fransa, Awûstralya û Kanadayê çalakî hatin lidarxistin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek hat dayîn û meşek hat lidarxistin. 

Kurdistanî û dostên wan beriya meşê li cihekî nêzî Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Piştre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî", "Bijî piştgiriya enternayonalîst", "Bijî YPG/YPJ" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" dest bi meşê kirin.

Di meşê de li ser rewşa ku Ocalan tê de ye, belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin. Meş li ber parlamentê qediya.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê jî, Kurdistaniyan meşek lidar xistin. Komeleya Jinên Kurd û Navenda Çandê ya Awûstralyayiyan û Anatolî ya ji bo Kurdistanê destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên "Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

TORONTO

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, bi heman armancê meşiyan. Di çalakiyê de bi qasî 400 kes amade bûn. Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk li Toronto Gurkan Ormangoren li vir peyivî û diyar kir, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî ciwanên Kurd li gelek cihên bajêr çalakî pêk anîn. Ciwanan pir li trafîkê girtin û pankarta bi nivîsa "Tecrîdê rakin, ji Ocalan re azadî" daliqandin. Her wiha li ser tecrîdê belavok belav kirin.

 

...