Çalakiya ‘Pêncşema Reş’ di hefteya 154’an de ye
Çalakiya ‘Pêncşema Reş’ di hefteya 154’an de ye
Çalakiya ‘Pêncşema Reş’ di hefteya 154’an de ye
Xebatkarên Şaredariya Kayapinarê çalakiya “Pêncşema Reş” ya her hefteyê ji bo Serok Şaredar Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahatîn Dînç û siyasetmedarên Kurd pêktîne, di hefteya 154’an de jî berdewam kir.
Çalakiya “Pêncşema Reş” ya li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê pêkhat, Wekîlê Şaredarê Kayapinarê Mahmût Dag, Alîkarê Serok Ihsan Avci, Serokê Odeya Tabîbên Amedê Kemal Karataş, Serokê Şaxa Weqfa 78’an ya Amedê Ganî Alkan , Serokê Şaxa Tum Bel-Sen ya Amedê Medenî Alpkaya, rêveberên Sendîkaya Genel-Îş’ê, Dayîkên Aştiyê, endamên meclisê û kedkarên şaredariyê tevlîbûn. Di çalakiyê de Serokê Odeya Tabîbên Amedê Kemal Karada da diyarkirin ku, di şerê 30 sale li Tirkiyeyê didome nêzî 50 hezar mirov hatine kuştin û windahiyên mezin hatine dayîn û wiha got; “Ew qas nêzîkî aştiyê bûne pêwîste bi nêzîkatiyên qure û biçûk dîtinê neyê heba kirin.”
Karadaş destnîşan kir ku, pêwîste ji bo Kurdên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bandor bûyî pêşiya alîkariyê têne kirin bê vekirin.
Piştî axaftinan çalakvana 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêkanî.