Çalakiya Pêncşema Reş: Bila hikûmet gavên samîmî bi avêje

Çalakiya Pêncşema Reş: Bila hikûmet gavên samîmî bi avêje

Çalakiyên Pêncşema Reş ên ji bo siyasetmedarên Kurd û şaredar serbest bên berdan her hefte tên lidarxistin, pêk hatin. Di çalakiyan de hate xwestin ku hikûmet gavên samîmî bi avêje û hemû girtî serbest bên berdan.

WAN

Şaxa Sendîkaya Genel-Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê li ber avahiya şaredariyê ya kevin çalakiya Pencşema Reş li dar xist. KESK, Wekîlê Şaredarê Sabrî Abî û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Şaredarê Wanê Bekîr Kaya hatin hilgirtin û pankrata "Em şaredarê xwe dixwazin û dest nede vîna min" hate vekirin. Di çalakiyê de gelek slogan hatin berzkirin. Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îş'ê Salîh Îpek, daxuyanî xwende û bal kişand ser hevdîtina Heyeta KCD û BDP'ê ya li Qendîlê kirin û bang li AKP'ê kir ku samîmî bibe. Îpek, herî dawî 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

ERDÎŞ

Li bajaroka Eganisê ya Erdîşê ji bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên siyasetmedarên Kurd hatin hilgirtin û pankrata "Dest nedin vîna me" hate vekirin. Nûnerê TUHAD-DER'ê Fevzî Can daxuyanî xwend û xwest ku siyasetmedarên kurd serbest bên berdan.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî pêk hati. Di çalakiyê de postera Şaredar Çaglar Demîrel hat hilgirtin û pankarta "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me sedema jiyana me ye" vekirin. Di çalakiyê de peyma Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel hate xwendin. Demîrel, di peyama xwe de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Têkoşîna jina kurd di dîroka cîhanê de bi rûmet cihê xwe girt. Jinên kurd li hemberî zext, tepisandin û komkujiyan bi salane berxwedide."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

PEYAS

Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz, Serokê Meclîsa Giştî yê Amedê Hurşît Ekencî, Alîkarê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Endama Meclîsa Giştî ya Amedê Hayriye Tekîn, daxuyanî xwend û bal kişand ser pêvajoya diyalog û çareseriyê û diyar kir ku heke samîmîbûn bila operasyonan na gavan bavêjin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M.Emîn Yilaz jî axivî û diyar kir ku ji bo kurd baweriyê bi hikûmetê bînin divê gavên şênber bavêje.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji bi heman armancê li ber şaredariyê çalakî pêk hat. Serokê Şaxa Genel-Îş'ê yê Rihayê Sadik Demîr, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Alîkara Şaredara Suna Ulugturkan daxuyanî xwend û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Ulugturkan bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tên û xwest ku hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.