Çalakiya li hember FITRAT-DER’ê, TŞYG girt ser xwe
Çalakiya li hember FITRAT-DER’ê, ya li Taxa Cebecî ya Sûltangaziya Stenbolê ku 12’ê Tebaxê pêk hatibû TŞYG’ê girt ser xwe.
Çalakiya li hember FITRAT-DER’ê, ya li Taxa Cebecî ya Sûltangaziya Stenbolê ku 12’ê Tebaxê pêk hatibû TŞYG’ê girt ser xwe.
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniye nivîskî diyar kir, piştî 15’ê Tebaxê, hewldana darbeyê, bi navê ‘Nobeta demokrasiyê’’ bi ser taxên Elewiyan de bi piştevaniya dewletê êrîş hatine rêxistinkirin û provaya komkujiyê hatiye kirin.
TŞYG’ê diyar kir FITRAT-DER jî yek ji rêxistinkarê meşên provakasyonê bû ku li Gaziyê ku keleha berxwedanê ye, li dijî gel ketibûn tevgerê. Daxuyanî wiha berdewam dike: ‘’ Bi sedan komel, weqfên bi navê cihê yên faşîzma AKP-DAIŞ’ê bi fermana AKP’ê daketine kuçeyan, dest bi kirina peywira xwe ya esasî kirine û rûyê xwe yê rast nîşan dane. Hemû armanca van saziyan ew e ku hemû gelê me û şoreşgeran ku li dijî faşîzmê ne, ji holê rakin. Her komeleya girêdayî faşîzma AKP-DAÎŞ’ê depoya cebilxaneyê ye ku roja wê hat, wê li dijî gel werin bikaranîn. Ev rêxistinên ku xwestine têkevine taxên me, ji hêla hêzên TŞYG’ê ve bersiva xwe standine. Li hemberî van rêxistinên çete yên faşîst û paşverû berxwedana me li her deverê ye lê ku yek gava dî jî xwe nêzîkî gelê me bikin, ji bo ku em gelê xwe biparêzin, divê were zanîn ku bersiva me mînak e.’’