Çalakiya kon a li pêşiya Eûtelsatê dewam dike

Kargeha Eûtelsatê ya ku weşanên televîzyonên Kurdî tarî kirî li Parîsê tê protestokirin.

pLi paytext Parîs a Fransayê, çalakiya kon a ji bo protestokirina Eûtelsatê ya ku weşanên TV Kurdî tarîkirî dabû destpêkirin, di roja xwe ya 2’emîn de dewam dike.

Di çalakiya ku li pêşiya avahiya Eûtelsatê hate lidarxistin de, girtina Med Nûçe û Newroz TV ya ku bi hevkariya dewleta Tirk hate protestokirin.

Endamên Navenda Civaka Drancy û Vîllîers Le Belle, di dema çalakiyê de belavokên ku hevkariya kargeha Eûtelsat û dewleta Tirk tîne ziman belavkirin.

Di çalakiya ku têkildarî girtina TV Kurdî dowîz û pankart vekirin de, bang li raya giştî ya Fransa hate kirin ku divê rê neyê dayîn ku Tirkiye bandorê li saziyên Ewropayê bike.

Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûyîn wiha anîn ziman: “Em ê heta 26’ê Cotmehê ku pêvajoya dadgehê destpê dike çalakiyên xwe dewam bikin, Em ê kargeha Eûtelsatê teşhîr bikin.”

...