Çalakiya KESK’ê bi dawî bû

Çalakiya KESK’ê bi dawî bû

Endamên KESK’ê yên dest ji kar berdan û xwestin ji Tunelê ber bi Taksîmê ve bimeşin ji ber ku rastî astengiya polîsan hatin, çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û daxuyanî dan.

Di nav de Parlamentera BDP’ê Sebahat Tuncel, Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Abdullah Levent Tuzel, Seroka Giştî yê ESP’ê Fîgen Yuksekdag, Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş jî ku hebû gelek kesan piştgirî da çalakiyê.

Ji ber ku polîsan destûr neda meşê kedkaran dirûşmayên, "Her cih Taksîm, her cih berxwedan”,"Hikûmet îstîfa" çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Li vir, navê kesên di berxwedana Taksîm de jiyana xwe ji dest dan hat xwendin. Endamên DÎSK’ê yên li Şîşlî jî, bi dirûşmayan ber bi Taksîmê ve meşiyan. Korteja DÎSK’ê li ber rojnameya Agos a Osmanbey demekê sekinî û dirûşmayên “Rexmî Faşîzmê jî tu birê me yî Hirant” bilind kirin.

Ji ber ku polîsan rê neda endamên KESK’ê yên xwestin ji Tunelê ber bi Taksîmê ve biçin çalakiya rûniştinê hat destpêkirin.

Li ser navê rêxistinan Berdevkê demê yê KESK’ê Huseyîn Tosun di axaftina xwe de bal kişand ser şîddeta polîsan û got, "Lê belê, gelê me yê azadî û hurmetê dixwaze, li hemberî tevayî êrîşên hovane yên desthilatdariyê bi bawerî, rûmet, biryar, zeka û eşq li ber xwe dide. Berxwedana azadî, rûmet, heq û edaletê mezin dibe, li tevayî Tirkiyeyê belav dibe û desthilatdariya AKP’ê dihejîne.”