Çalakiya birçîbûnê yê ji bo Rojava belav dibe
Çalakiya birçîbûnê yê ji bo Rojava belav dibe
Çalakiya birçîbûnê yê ji bo Rojava belav dibe
Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên Stenbolê û Semsûrê ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyan ên li ser gelê Rojava dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin.
Piştî girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Girtîgeha Jinan a Tîpa L ya Bakirkoyê ku ji bo balê bikişînin ser komkujiya li Rojava û hêzên piştgiriyê didin çeteyan, girtiyên di Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê di rojên 21 û 22 ên Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan ku bi rêya malbatên xwe daxuyanî dan, gotin: "Gelê Rojava yê ku bi salane bênasname û bêstatu hatiye hiştin salek zêdetir e şoreşa xwe bi cangorî diparêzin. Di vê pêvajoya aştiyê de hukûmeta AKP'ê ku piştgiriyê dide çeteyan, ev yek bi xwe helwesta hukûmetê ya li dijî pêvajoyê ye jî. Em li bendê ne ku AKP dest ji piştgiriya çeteyan berde û bi lez ji bo pêvajoyê gav biavêje. Em bi hêvî ne ku rêveberiya Kurdistana Başûr deriyan veke û destê alîkariyê dirêjî gelê Rojava bike. Em li bendê ne ku di serî de li Dîlok, Semsûr û Çewlik hemû Kurdistanî li hemberî pêşketinên Rojavayê hişyar bin."
GIRTIYÊN JIN ÊN LI BAKIRKOYÊ JI BO ROJAVA DEST BI ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN
Girtiyên jin ên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên di Girtîgeha Bakirkoyê de ne, ji bo 2 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ji hêla girtiyan ve daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: "Gelê Kurd ê li Rojavayê ji hêla çeteyên ku ji hêla kê ve têne parastin diyar e bi komkujiyan re rû bi rû hatiye hiştin. Hêzên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê li hemberî komkujiyan sê meymûnan dilîzin û ev yek nayê pejirandin. Gelê me yê Rojava ne bi tenê ye. Bila di serî de rêveberiya Kurd a Başûr û her kes vê yekê zanibin. Ji vir em di serî de dewleta Tirkiyeyê hişyar dikin. Piştgiriyê nedin çeteyan."
Di daxuyaniya ku "Şoreşa Rojava" hate silavkirin de, ev tişt hatin gotin: "Em weke girtiyên jin ên di Girtîgeha Bakirkoyê di 20-21'ê Tebaxê de bi armanca hişyariyê 2 rojan çalakiya birçîbûnê destpê kir. Em berxwedana destanî ya gelê Rojavayê Kurdistan danîne holê silav dikin."