Çalakgerên Meşa Dirêj a Luksemboûrg-Strasborgê 190 kêlometre rê çûne

Meşa Dirêj a bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kudistanê Re Statû” ku di 1’ê Sibatê de bi beşdariya bi dehan şoreşgerên Enternasyonal û aktivîstan destpê kiribû, roja 7’emîn jî li pey xwe hiştin.

Meşa Dirêj a 1’ê Sibatê ku li Luksemboûrg-Strasboûrg destpê kir, nêzî 70 aktivîstên enternasyoalîst ên ku ji Elmanya, Bîrîtanya, Fransa, Îspanya, Portakîz, Welatê Bask, Katalonya, Arjantîn, Sûdan, Perû û bi qasî 15 nûnerên saziyên Kurd jî beşdarî kiribûn.

Di beşa îro de ya çalakvanan ku ji Loûpershoûseyê destpê kir, bi meşa heta nîvroyê ber bi bajarokê Sarrable ya ku bi qasî 15 kêlometreyan ne ve ketin rê. Di tevahiya rê de çalageran dirûşim qîr kirin, di rê de hinek komên faşîst ên Tirk hewl dan provakasyona bikin û êrîş kirin.

Lê ev êrîş bi xweparastina ciwanan û nêzîkatiyên xwînsarî ve hate valaderxistin.

Meşvanan di tevahiya rojê de li bajarê Sarrableyê bêhna xwe vedan, li vir bi dehan Kurdistaniyên ji Elmanya û Fransayê hatibûn ve li hev civiyan.

Piştî saetên nîvro û şûn de tevî barana zêde jî çalakvan ketin rê û di saet 17:30’an de gihiştin bajarê Sarre-Ûnîon ê herêma Alsaceyê. Her cihê ku meşvan têre derbas dibû derdor eleqeyek zêde û germ nîşan dan, bi armanca agahdarkirinê jî gelek belavok hatin belavkirin.

Meşvanan îro bi qasî 23 kêlometreyan meşiyan, ji 1’ê Sibatê ve bi qasî 190 kêlometreyan rê çûne.

Çalakger wê îşev şeva xwe li salona ku ji aliyê Şaredariya Sarre-Ûnîonê ve hatî amadekirin derbas bike, her wiha wê li ser konferalîzma demokratîk jî semînerk bê lidarxisin.