NÛ BÛ

Çalakgerên ji Rojhilat: 4 parçeyên Kurdistanê divê bibe dengê zindanan

Berxwedana Zindanan ku ev 63 roj in dewam dike, Kurdistaniyên ji çar parçeyan bi heman armancê li hev civand.

Ehwan Çiyako û Kardo Bokanî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger bûne, banga destekkirina berxwedana zindanan kirin.

BOKANÎ: BERXWEDANA ZINDANAN QÎRÎNA AZADIYÊ YA 4 PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE

Bokanî diyar kir, daxwaza berxwedêrên zindanan daxwaza tevahiya gelê Kurd e û destnîşan kir, dengê bi bexwedana zindanan bilind dibe, dengê azadiyê yê gelê Kurd e. Bokanî anî ziman, berxwedêrên zindanan serî li ber îşkence û polîtîkaya komkujiyê ya dewleta Tirk netewandin, bedena xwe dan ber mirinê û kevneşopiya berxwedanê dewam kirin. Bokanî ragihand, ew jî li Strasboûrgê bedena xwe datînin ber mirinê û dixwazin destekê bidin qîrîna berxwedanê ya ji zîndanan bilind dibe.

Bokanî diyar kir, ew ê di nava her şert û mercî de ji bo azadiya 4 parçeryên Kurdistanê têbikoşin û bang li her kesên li 4 parçeyên Kurdistanê dijîn kir, ku destekê bidin berxwedana zindanan. Bokanî got, "Doza hevalên ku bêyî berjewendiyên şexsî ji bo azadiya gelê xwe bedena xwe danîne ber mirinê, doza azadiya gelê Kurd e" û wiha dewam kir: "Divê têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê li her qadê bê meşandin."

ÇIYAKO: BERXWEDANA ZINDANAN NÎŞAN DAYE KU GELÊ KURD NE YÊ SERÎTEWANDINÊ YE

Ji çalakgerên ji Rojhilatê Kurdistanê Ehwan Çiyako jî anî ziman, ku ji bo destekkirina berxwedana zindanan ew di greva birçîbûnê de ne û bibîr xist, dewleta Tirk hewl dide polîtîkaya xwe ya tinekirina gelê Kurd li her qadê bidomîne. Çiyako diyar kir, çalakiyên greva birçîbûnê yên li zindanan jî berxwedanek li dijî vê polîtîkaya zilmê ye.

Çiyako destnîşan kir, dengê ji zindanan bilind dibe dengê serînetewandina gelê Kurd e û got, daxwazên berxwedêrên zindanan daxwazên wan e. Çiyako ragihand, heta ku daxwazên berxwedêrên zindanan bên qebûlkirin, ew ê çalakiya xwe a greva birçîbûnê bidomînin û ji Konseya Ewropa û CPT jî xwest, derhal bikeve nava liv û tevgerê. Çiyako got, "Her kesên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dijîn, ji bo destekê bidin berxwedana zindanan û xwedî li vê berxwedanê derkevin, divê dengê xwe bilind bikin."