Caferî: Hemû Misliman di bin gefa DAIŞ de ne
Caferî: Hemû Misliman di bin gefa DAIŞ de ne
Caferî: Hemû Misliman di bin gefa DAIŞ de ne
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî yê di “Kongreya “Di aliyê Ulemayên Îslamê de Tevgerên Radîkal û Tekfîrgir” de axivî got ku DAIŞ ji bo civaka Misliman li ser navê Îslamê belawela bike derketiye holê.
Wezîrê Iraqî Îbrahîm Caferî, anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê talûkeyeke golbal in û ev tehdît tevayî Mislimanan digire nav xwe. Îbrahîm Caferî got; “Hêmanên DAIŞ’ê di bin navê Îslamê de her kuştinê dikin. Divê em zanibin ku ulemayên îlahî û mezin divê tevayî raya giştî ya cîhanê ronî bikin, Îslama rastî vebêjin. Îro li bajarên Iraqê gelek cinayet pêk hatine. Li bajarên Suniyan komkujî pêk anîn û ew ji mezheba Sunî ne. Me di sala 2004’an de got ku ol û mezhebên terorîstan tune ye.”
Wezîr bal kişand ser sînorên têkoşîna li hember çeteyan bên meşandin û wiha dewam kir, “DAIŞ ji bo civaka Misliman belawela bike li ser navê Îslamê hat. Divê em zanibin ku ti cihê terorîzmê nîne û reaksiyona li hember bê nîşandan bi mantiqî be.”