Bi ragihandina Rewşa Awarte re zextên li ser girtiyan bi her alî zêde bûne. Mafên girtiyan ên siyasî, hiqûqî, civakî, çandî û mirovî tev tê binpêkirin. Komeleya Civaka Sivil ya Di Pergala Înfazê de Ceza (CÎSST), serlêdanên li wan hat kirin, nirxandin û şandin Desteya Şopandina Mafên Mirovan. CÎSST serî li 7 saziyên ku di nav de Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Desteya Wekheviyê ya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û wezareta Dadê da û bersivê balkêş wergirtin.
Têkildarî helwesta saziyan a li hemberî serlêdanan û parastina mafên mirovan endamê CÎSST'ê Mûstafa Eren, diyar kir ku dixwazin mirovan mijûl bikin û wiha got: "Dema di nava bajar û navçeyên em lê dijîn de serlêdana binpêkirina mafên mirovan ji me re tê, em jî serî li saziyên mafên mirovan ên meclîs û wezareta dadê didin. Piştî vê yekê hin Desteya Mafên Mirovan gelek baş raporan digire û lêkolîn dike. Lê hin sazî serlêdanan qebûl nakin. Di demên dawî de neqebûlkirina serlêdanan zêdetir bû. Mînak li Îzmir û Çorumê serlêdanên me yên saziyan nehatin qebulkirin. Serlêdanên me kirin raste rast ji Serdozgeriya Komarê re şandin. Me jî li dijî vê yekê erka wan bibîr xist û îtîraz kir."
Eren helwesta Desteya Şopandina Mafên Mirovan a Meclîsê ku erka xwe pêk nîne rexne kir û wiha got: "Karê we ne ew e ku hûn serlêdanan ji Serdozgeriya Komarê re ragihînin. Hûn ne karmendên postexanê ne. Li Çorûmê Serdozgeriya Komare bersîva 'Di nivîsa we de îdîayên hatine kirin, bi rêya gilî tê xwestin personel ji peywirê sar bike û têk bibe. Personel bêyî ku tawîzê bide girtî û hikûmxwaran li gorî zagon û rêziknameya wezaretê tev digerin. Adîl û bi edalet tev digerin' dan îtîraza me."
Eren, diyar kir ku Desteya Mafên mirovan erka xwe xerab bikar tîne û wekî postexane, sekreterya û karmendê PTT'ê tev gerin û rol û misyona xwe pêk nînin. Eren, anî ziman ku saziyên eleqeder li şûna lêkolîn bikin û bi xwe çareseriyê bibinin her tiştî hewaleyî Serdozger û lijneya jora xwe dikin û wiha got: "Pirsgirêkê rastî hewaleyî serdozgeriyê dikin. Serdozgerî jî hewaleyî me dike. Em jî dikarin raste rast serî li dozgeriya komarê û Wezareta dadê bidin. Lê peywira Desteya Mafên mirovan ewe ku lêkolîn bike û rê li pêş vê newekheviyê bigire û edaletê pêş bixe.
Em gelek îtîrazan li Desteya Mafên Mirovan dikin. Em dibêjin erk û peywira we ne sekreterya û memûrê postexanê ye. Em diyar dikin ku kar û peywira wan li cihê bûyerê lêkolîn bike û li cihê bûyerê çareser bike. Di du hefteyên dawî de ji ber binpêkirina mafan a li Girtîgehan me 12-13 nameyên bi îmze girtin. Em dibînin ku di demên dawî de ihlalên mafên mirovan gelek zêde bûne. Yek ji van neheqiyan "cilên yek rengî ye" Îhlal gelek zêde bûne. Gelek peywir dikeve ser Desteya Mafên Mirovan a Meclîsê. Lê mixabin ev saziyên parastina mafên mirovan baş rol û mîsyona xwe pêk nînin.
XETA PIŞTEVANIYÊ AVA KIRIN
Eren, herî dawî anî ziman ku di bin baneyê CİSST'ê de xeta telefonê ya piştevaniyê ava kirine û wiha got: "Di demên dawî de ji ber ku gelek serlêdan ji parêzer, malbat û parazvanên mafên mirovan re tên şandin me Xeta Piştevaniye ya e 0 312 447 06 77 ava kir û her kes dikare bi vê xetê xwe bigînin me .