CÎK’ê û Meclîsa Êzîdiyên Bakur Newroz pîroz kirin

CÎK’ê û Koordîsnayona Meclîsên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê yên Ewropa bi daxuyaniyeke Newroz pîroz kirin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê(CÎK) û Koordînasyona Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê yên li Ewropa bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kirin.

CÎK’ê di daxuyaniyê de got zalimên mîna Nemrût û Dehaq her çi qasî zordariyê û malwêraniyêb bikin jî, Ibhrahîm û Kawayan jî rovên mirovahiyê çandine û di dîroka mirovahiyê de bi ser ketine, Dehaq û Nemrûtên serdema niha li ser sere Ibhrahîm û Kawayan civiya ne û got Erdoğan û hevalendên wî ji bo ku azadî û hêvî bi ser nekeve bi hemû hêza xwe zilmê dikin û bal kişandine ser komkujiyên dewleta Erdoğan û hevalbendên wî yên li Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Şengal, Kobanê û Kerkûkê.

CÎK’ê got, ‘’Ji bo ku em jî li ba xwedê û dîroka mirovahiyê cihê xwe bigirin, Newrozê li dijî zilma Erdoğan pîroz bikin’’.

Koordînasyona Meclîsên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê yên Ewropa jî bi daxuyaniyekê Newoz pîroz kir.

Koordînasyonê bal kişande ser Berxwedana Serdemê ya Efrînê û got, ‘Ev Newroz Newrozeke dîrokî ye.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin AKP/MHP û hevalbendên wê DAÎŞ ji bo berjewendiyên xwe li ser Rojhilata Navîn zilm û zordariya xwe didomînin, piştî Şengalê DAÎŞ-AKP/MHP niha jî li Efrînê hovitiya xwe didomînin. Koordînasyona Meclîsên Êzîdî bi berdewamî got, ‘Roj ew roj e ku em vê plana û projeya AKP-MHP’ê ya wêreanker bi dawî bikin û demokrasî, aştî û biratiyê ava bikin. Serfkeftina berxwedana gelê Efrînê wê bibe ser keftina tevahiya Rojhilata Navîn.’’