CÎK’ê ji ber erdheja Xarpêtê banga hevgirtinê kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji ber erdheja li Xarpêtê banga hevgirtinê kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji ber erdheja li Xarpêtê banga hevgirtinê kir û diyar kir ku divê gelê Kurd alîkariyê bide herêmên ku erdhejê lê xistine.

Di daxuyaniya CÎK’ê de ev hate diyarkirin:

“ Em ji bo gelê Bakurê Kurdistanê yên ku erdhej li bajarên wan çêbûne, sebr û deyaxê dixwazin. Kesên ku di erdhejê de mirine, em sebr û deyaxê ji malbata wan re dixwazin. Em hêvîdar in birîndar jî di nava demeke kurt de, pak bibin.

Em bang li gelê xwe û hemû bawermendan dikin. Di rewşên wisa de divê em alîkariya hev bikin. Li hemberî bobelatên bi vî rengî roj roja hevgirtinê ye.”