CÎK’ê Cejna Remezanê pîroz kir

CÎK’ê bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir û xwest Cejna Remezanê ji bo gelê Kurd bibe sedema hevgirtin, hevkarî û azadiyê.

CEJNA REMEZANÊ

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand. CÎK’ê di peyama xwe de bal kişand bi ser taybetmendiyên Remezanê ku di Îslamê de meheke pîroz e û wiha got: “Me meheke din a Remezanê ya ku mirovan di warê madî û manewî de paqij dike, vîna wan xurt dike û hevgirtina civakî dike hedefa xwe li pey xwe hişt. Gelê Kurd ku bi salan e cejnên xwe bi coş û kelecan pêşwazî nake, roja ku Kurdan azadiya xwe bi dest bixe dê cejneke rast û bi coş derbas bike. Werin em di van rojên pîroz de hevgirtina xwe ya civakî ya ku zêde dibe, veguherînin hevkariya gelê me yê bindest.”

CÎK’ê banga werin em hevgirtina xwe ya madî û manewî mezintir bikin kir.