'Buşra wê bi kenê xwe bê bîra me'

Hevalên wê, hevrêyên wê Dûygû Bozkûrt û Okan Danaci, şehîda Pirsûsê Buşra Mete vegotin: Buşra bi çavên xwe diaxivî. Kenekî bedew ji jiyana me kêm bû. Buşra wê bi kenê xwe bê bîra me.

Hevalên wê, hevrêyên wê Dûygû Bozkûrt û Okan Danaci, şehîda Pirsûsê Buşra Mete vegotin: Buşra bi çavên xwe diaxivî. Kenekî bedew ji jiyana me kêm bû. Buşra wê bi kenê xwe bê bîra me.

Em li bexçeyê BEKSAV'ê ne. Piraniya ciwanên beriya sê hefteyan li vî bexçeyî alîkarî û pêlîstokên ji bo bibin Kobanê dixistin pakêtan, îro nînin. Buşra Mete yek ji wan ciwanan bû. Buşra bi 31 şoreşgeran re li Pirsûsê bi destê AKP û DAIŞ'ê hat qetilkirin.

Hevrêyên wê Dûygû Bozkûrt û Okan Danasi, yek ji şehîdên Pirsûsê Buşra vegotin. Bi rûkenî wê bibîr tînin. Behsa çavên wê yên li ken dikin, dibêjin 'Buşra bi çavên xwe diaxivî'. Helbesta helbestvana komunîst Şafak Tamer tê bîra min; 'Dema dimeşiya ber bi bêdawîtiya gerdûnê/kenê xwe da destê me'. Ev helbest wê êdî Buşra jî vebêje.

Dûygû û Okan heval, hevrêyên Buşra.

Okan û Buşra li Lîseya Ertûgrûl Gazî bi hev xwe xwendin. Di nava koma hevalên wan a li lîseyê de şehîdekî din ê Pirsûsê 'Cebo' Cebraîl Gunebakan jî heye.

Okan behsa wan rojan dike: "Min li lîseyê xebatên polîtîk dimeşand. Buşra hingî dest bi xebateke aktîf nekiribû. Lê belê berê wê her tim li polîtîkayê bû. Aliyê me yê hevpar, muzîkên me lê guhdarî dikir bû. Wê jî mîna min ji muzîka metal hez dikir. Di salên lîseyê de gelekî li Kurt Cobain guhdarî dikir. Hevnaskirina me di destpêkê de şexsî bû, lê piştre bû siyasî. Guherîna polîtîk a li gel Buşra, di sala 2010'an de dema Cebo hat girtin, destpê kir. Diçû girtîgehê ji bo serdana Cebo. Bi guhdarîkirina li pirsgirêkên li girtîgehê re, bêhtir li ser polîtîkayê kûr bû."

Dûygû di sala 2010'an de Buşra nas dike. Her du jinên ciwan di heman demê de Zanîngeha Stenbolê qezenç dikin. Buşra li beşa rojnamevaniyê ya Fakulteya Ragihandinê, Dûygû jî li beşa sînema-televızyonê dest bi xwendinê dikin.

Dûygû demên destpêkê yên zanîngehê vedibêje: "Dema hatim Stenbolê di civîna SGD de lê rast hatim. Tevî Buşra Polen jî li wê civînê bû. Bi Buşra re zêdeyî 3 salan me li SGD bi hev re xebat meşandin. Em her tim li cem hev bûn. Di xebatên Jinên Ciwan ên Zanîngehê û Jinên Ciwan ên Azad de her tim li cem hev bûn. Têkiliyeke me ya taybet hebû. Piştî veqetîna ji ciwanan, ne weke berê be jî dîsa me hev didît. Buşra dema hat zanîngehê di hişê wê de nêrîneke rêxistinbûyînê hebû. Ji ber ku dema hat zanîngehê yekser têkilî bi SGD re danî."

Buşra jineke ciwan bû ku bê sînor ji hezkiriyên xwe hez dikir, samîmî, jiyaneke sade dijiya, hez dikir ku bi tiştên biçûk kêfxweş bibe, hez ji çîkolata dikir, biryardar bû, li hemberî malbata xwe ya şêweyê jiyana wê erê nedikir serbilind bû, ji xwe er qadên azadiyê diafirand, rola jinbûyîna kevneşopiyê lêpirsîn dikir, bala xwe li ser xwendinê bû, xwedî hêza rexnekirina xwe bû û xwedî rêbazeke xwe ya xweser bû.

Şoreşeke jin bû ku herî zêde bi çavên xwe diaxivî.

Okan timî behsa çavên Buşra dike: "Min ji Buşra re gotibû; 'berî em te nas bikin, me çavên te nas kir'. Li lîseyê dema em ketin hundirê polê, did estpêkê de çavên wê bala me kişand. Ya ku Buşra bi her awayî vedigot, kenê wê bû. Ji kenekî wê me hesreta wê, ji kenekî wê me hêrsa wê didît. Di axaftinê de ez zêde li çavan nanihêrim, lê di axaftina bi Buşra re neçar dimam li çavên wê binêrim. Ji ber ku ew bi çavên xwe diaxivî."

Sohbet hat ser tiştên bi kêf ên bi hev re hatin kirin. Dûygû dibêje "Bi Buşra re me hez dikir gelek tiştan bi hev re bikin" û wiha dewam kir: "Me gelekî hez dikir ku bi hev re wêneyan bikişînin. Rojekê em derketin derve û bi saetan li kolanên Stenbolê me wêne kişand."

Okan behsa sohbetên demdirêj dike, "Di sohbetên me de her tim tiştên em pê bikenin, hebûn."

Li dû Buşra û şehîdên din ên Pirsûsê bê guman gelek tişt man û bê guman bi meşa wan a ber bi ebediyetê re, ji jiyana wan gelek tişt kêm bûn.

Okan ên mayî bi rûkenî vedibêje: "Buşra ji me re tiştekî her tim dikene, dide kenandin hiştiye. Dema Buşra dikeve hişê min, rûkeniya wê tê bîra min. Cebo jî bi heman rengî. Kêliyên em kêfxweş bûn, kêliyên me hev kêfxweş dikirin, tê bîra min. Me hez dikir bi surprîzên biçûk kêfxweş bin."

Ya ku ji jiyana Okan kêm bûye çi ye?

Bersiv: "Kenekî min gelekî hez dikir bibînim, hebû. Êdî ez ê wî kenî nebînim. Yek ji kenên di jiyaan min de êdî bû wêne."

Dûygû dibêje, "Mîna ku nîvê min ji dest çûye. Min ji Buşra re behsa xwe nedikir. Ji ber ku wê gelekî baş min nas dikir. Têkiliyeke me ya ku jiyana me bûbû yek, hebû. Hem min dizanîbû ew ê li hemberî rewşekê çawa tevbigere, hem jî wê dizanîbû ez ê çawa tevbigerim. Nîvê min ji dest çû ye."

...