Bûn Denîz û herikîn Dolmabahçe

Bi sedan ciwanan Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ên ku di salên 68'an de pêşengiya şoreşe dikirin û ji aliye dewletê ve hatin îdamkirin bi meşekê bibîr anîn.

Bi sedan ciwanan Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ên ku di salên 68'an de pêşengiya şoreşe dikirin û ji aliye dewletê ve hatin îdamkirin bi meşekê bibîr anîn. Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel diyar kir ku ew ê Tirkiyeya demokratîk a ku Denîzan dixwestin ava bikin.

Koordînasyona Ciwanên HDK'ê û Meclîsên Ciwanên HDK'ê bi sedan ciwan ji bo biranîna Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ên ku pêşengiya şoreşgera 68'an dikirin û 6'ê Gulana 1972'yan ji aliye dewletê ve hatin îdamkirin meşiyan. Ciwanên ku li ber AKM'ê ya ku li Taksîmê kom bûn bi pankartên "Em şehîdên meha gulanê ji bîr nakin" û "Em ê bibin Denîz û ber bi şoreşê ve bimeşin" û wêneyên Aslan, Gezmîş, Înan, Mazlum Doğan û Hakî Karer hilgirtin û heta Dolmabahçeya ku Denîzan filoya 6'emîn avêtin behrê meşiyan. Namzetê HDP'ê yê Stenbolê, Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel, bavê Berkîn Elvan Samî Elvan, Hevserokên HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylu û Ayşe Erdem tevlî meşê bûn bênavber dirûşmên " Me sond daye Denîzan dê şoreş çêbibe", "Bijî biratiya gelan" û "Bijî şoreş û sosyalîzm" hatin berzkirin. Ciwanên ku gihîştin Dolmabahçeyê li vir ji bo Denîzan û kesên di rêya azadiye de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

'ÎRO CIWAN DI RÊYA DENÎZAN DE DIMEŞIN'

Namzeta HDP'ê ya herêma duyemîn a Stenbolê Şerîfe Erbay axivî û diyar kir ku ew îro ji bo Denîzan bi bîr bînin hatine vir û ev tişt got: "Denîz wan li Şengalê, Kobanê bûn sonda serkeftinê. Ala ku me ji destê wan girtiyê em ê bilindtir bikin." Piştî axaftina Erbay Mert Kiliç li ser navê ciwanan daxuyanî xwend û da zanîn ku 43 sal berê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan hatine îdamkirin. Kiliç derbirî ku serdestan bi qetilkirina Denîzan xwestine şoreşê bi dawî bikin û wiha axivî: "Îro li Tirkiyeyê bi hezaran ciwan ji bo bibin Denîz dimeşin. Kesên ku xwestin qetilkirina wan daxwazên azadiyê û edaletê tine bikin îro careke din dibînin ku paşde gav neavêtine."

'EM Ê TIRKIYEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN'

Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel jî wiha dest bi axaftina xwe kir: "43 sal in ne tenê li Tirkiyeyê li hemû deveran kesên ku dixwazin îktîdara xwe biparêzin pêşiya kesên ku dibêjin cihaneke din mumkin e digirin. Îro li hemû deverên cihanê kesên ku demokrasî, azadî û edalatê dixwazin têkoşîna xwe bilindtir dikin." Tuncel anî ziman ku li hemû deverê cihanê gel jiyaneke nû dixwazin û wiha pê de çû: "Em ê wek Denîz, Yusuf, Huseyîn, Mazlum û Agîdan karibin peşêngiya vê bikin an na. Wan ji bo gel azad bijîn ev têkoşîn mezin kirin û ber bi mirine vê çûn. Îro divê em xwedî li vê daxwaza wan derkevin." Tuncel destnîşan kir ku ew wek HDK'ê dê vê jiyana ku Denîzan xwest Tirkiyeya demokratîk ava bikin î wiha dawî li axaftina xwe anî: "Peywira me ew ê ku em ê ala wan dewr bigrin û Tirkiyeyê ku wan beriya wê kiriye ava bikin. Em ê Tirkiyeya demokratîk ava bikin. Heta hêza me hebe em ê sonda demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk bînin."

Piştî axaftinan welatiyan qurnefîl avetin behrê û dawî li çalakiya xwe anîn.