Bultena Şopandin: Girtiyên nexweş di bin xeteriyê de ne
Bultena Şopandina Girtîgehan a Covîd-19 ragihand ku girtiyên nexweş di bin xeteriyek mezin de ne. Bultenê diyar kir ku li dijî şewbê ewlekarî kêm in.
Bultena Şopandina Girtîgehan a Covîd-19 ragihand ku girtiyên nexweş di bin xeteriyek mezin de ne. Bultenê diyar kir ku li dijî şewbê ewlekarî kêm in.
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), çaremîn Bultena Heftane ya Girtîgehan a Covîd-19 weşandin.
Di bultena ji hevdîtinên li girtîgehan hatin kirin, fakx û nameyên girtiyan şandin û agahiyên xizmên girtiyan dane hatiye amedekirin de hatiye diyarkirin ku li girtîgehan bergiriyên li dijî vîrûsê hatine girtin netêrker in.
Di bultenê de bi awayekî berfireh qala rewşa girtiyên nexweş hat kirin û hat destnîşankirin ku kontrolên girtiyên nexweş di şertê girtîgehê de baş û di dema xwe de nayên kirin. Di bultenê de li ser çalakiyên rojiya mirinê jî hat rawestandin û hat diyarkirin ku rojiya mirinê pergala poarstina tenduristiyê ya mirovan qels dike û girtiyên di rojiya mirinê de di bin xetereyeke mezin de ne. Bang hat kirin ku daxwazên wan bên bicihanîn û girtiyên siyasî bên berdan.
Di berdewama bultenê de cih ji pirsgirêkên li girtîgehan re hat veqetandin û têkildarî mijarê ev agahî hatin parvekirin: “Di derxistina revîrê û şandina nexweşxaneyan de pirsgirêk hene. Daxwaznameyên ku girtî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe dinivisînin tên paşguhkirin. Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin. Hin girtiyên nexweş divê li gorî xwarinê parêzê bên xwedîkirin lê xwarinên li gorî parêzê nadin wan. Xwarin kêm tê dayîn. Daxwazên hin girtiyên ku nexweşînên giran derbas dikin û pêwistiya wan a refaqetçî nayê bersivandin.”
Di dawiya bultenê de hat destnîşankirin ku hucre û qawîş ne li gorî şertên berdewamkirina jiyanê ne û ev daxwaz hatin kirin: “Ji ber ku di koma xeternak de ne divê girtiyên nexweş bên berdan û cezayê wan bê taloqkirin. Girtiyên ku li gorî raporên klînîk nikarin li girtîgehan bimînin divê bên berdan. Bila girtiyên temenê wan di seriya 60’î de ji bo tevdîra vîrûsê bên berdan û cezayê wan bê taloqkirin. Parêzer Ebrû Tîmtîk û Parêzer Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de ne daxwazên wan bên qebûlkirin û bên berdan.”