Buldan û Temellî: Reforma darazê ne pêbawer e

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo ''belgeya stratejiya reforma darazê'' gotin, ''mikurhatine neheqiyên giran''. HDP'ê got, reform ''ne pêbawer e''.

Buldan û Temellî bi daxuyaniyeke nivîskî ''reforma darazê'' ya ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ragihandî, nirxandin.

MIKURHATINEA LI NEHEQIYÊN GIRAN

Di daxuyaniya nivîskî de ya Hevserokên HDP'ê hate gotin belgeya ku Erdogan ragihandî weke mikurhatinekê ye lê li ser kavilan wê avaniyeke qeyîm nikaribe were avakirin û gotin, ''Sernavên ku armanc û hedefên belgeyê vedibêjin jî binê pirsgirêkên sereke yên ji aliyê dewleta demokrasî û hiqûqê ve vedibêjin, xêz dikin. Bi vegotineke dî ev belge mikurhatina wê ye ku di pergala dadmendiyê û darazê de çi ziyanên mezin çêbûne û ji ber vê çendî neheqiyên giran çêbûne.

Mikurhatineke bi niyeta qebûlkirina qadên pirsgirêkê, ji bo çareseriyê gavavêtinê hêsan dike. Lê mikurhatinên ku rastiyê qebûl nakin lê armanc dike ku vê veşêre û berevajî bike, tenê taktîkên dilxweşkirinê û taktîka awiqandinê ye. Helwesteke wiha pirsgirêkên girantir dike û rê li ber ziyanên mezintir vedike.''

RAJORIYA HIQÛQÊ GOTINEKE PÛÇ Û BEREDAYÎ YE

Hevserokan gotin li Tirkiyê rajoriya hiqûqê bûye ''gotineke pûç û beredayî'', serbixwebûna darazê û bêalîgiriya wê jî bûye gotineke, ''ji enete ve ya biêş'' û diyarkirin, ''Sepanînên ku bi hijmartinê mînakên wan em nikarin biqedînin, li ser van mijaran lîsteya tije ya tarî çêdike.''

'NE PÊBAWER E'

Di daxuyaniyê de hate gotin pergala darazê ya ku ji standartên gerdûnî û ji armanca dadmendiyê qut bûyî, di serî de azadiya derbirînê, ewlehiya takekesî û qedexeya êşkeceyê, li ser qadên maf û azadiyan bûye jêdera sereke û bi vê pozîsyonê daraza her wiha bûye amûra herî girîng a zexta û tasfiyekirina li ser muxalîfan.

Bi berdewamî hate gotin şertê sereke ya ji bo pêkhatina ''reforma di pergala adaletê de'' ya wiha bi îdîa bi telafî û ceribandina bêdadiyê ne, li ser kavilan avaniyeke qeyîm nikare were avakirin û hate diyarkirin, ''plana reformê'' ya ku armanc nake destwerdanên neheq û nedadî yên ku bandorê li ser hemû qadan dikin, biceribîne, jê nayê payin ku pêbawer be.''

'TI GOTIN Û PLANEKE BERBIÇAV TINE'

Di daxuyaniyê de ya Buldan û Temellî de hate gotin Qanûna Cezayê Tirk û Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê ku dibine hincetê rakirina mafê azadiya derbirînê û xebatên siyasî, divê bi rengê pîvanên gerdûnî biguherin û ev pir girîng e.

Her wiha hate gotin, ''Di belgeyê de her çendî hatibe nivîsîn, ''armanc, hedef û faaliyet bi rengekî berbiçav hatie nivisîn'' jî, li ser mijarên ku me diyar kirî, ti gotin û planeke berbiçav tine. Sernavên têkilî maf û azadiyên sereke, bi esasî bi sozdayin û diyarkirina niyetê sînordar mane.''

RAYE Û PEYWIRA ESASÎ YA PARLAMENTOYÊ YE

Hevserokên HDP'ê Buldan û Temellî herî dawî gotin, di hazirkirina vê planê de rayeya esasî, peywir û berpirsyarî ya meclîsê ye, ji bo hazirkirina Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan a karîger û berfireh, daxwaza wan a sereke ye ku komeke xebatê ya bi tevlêbûna partiyên meclîsê ku mitebeqata berfireh û encama standina bilez daye ber xwe, were avakirin.