Bûldan û Temellî li ser 'Darbeya 4'ê Mijdarê' daxuyanî dan

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li ser 'Darbeya 4'ê Mijdarê' daxuyanî dan. Hevserokan gotin, "Divê em nav li vê rejîmê bikin. Ev rejîm otorîter, faşîzm e."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, ji ber salvegera 2. a Darbeya 4'ê Mijdarê ya li HDP'ê hate kirin, li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

'OPERASYONA QESRÊ YA LI DIJÎ GEL'

Bûldan got, "Em di salvegera duyemîn de ne ku li dijî hevserok, partî, hevşaredar û siyasetmedarên sêyemîn partiya herî mezin a li parlamentê operasyon hate kirin. Ku ev partî siyaseta demokratîk dike û dengê 6 milyon mirovî girtiye." Bûldan diyar kir, ev operasyon dewama hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ye û got, "Operasyona ji bo krîmînalîzekirina HDP'ê ye. Di heman demê de operasyoneke qesrê ye ku li dijî gel hatiye kirin."

Bûldan bi dewamî got, "2'ê Adarê darbe li DEP'ê hate kirin. Yên ku 2'ê Adarê bi destê DGM'ê darbe kirin, 4'ê Mijdarê jî bi heman rengî darbeya qesrê kirin. Em dixwazin bêjin ku ev darbeya qesrê bi fermana AKP'ê hatiye kirin."

'YÊN KU JI BO GEL BÛN HÊVÎ, DÎL GIRTIN'

Bûldan anî ziman, ên ku dîl hatine girtin hevalên wan e ku ji bo gel bûne hêvî û wiha bi mijarê daket:

"Bi taybetî Selahattîn Demîrtaş lîderek bû ku ji bo gelan bûbû hêvî. Bi dîlgirtina wî re xwestin cesareta wî têk bibin. Demîrtaş ku du caran bû namzetê Serokkomariyê, hêviya gelan bû. Ji bo şikandina vê hêviyê, Demîrtaş 2 sal in dîl digirin. Fîgen Yuksekdag hêviya berxwedana jinê bû û ji bo vê hêviyê bişikînin Yuksekdag a hêja dîl digirin. Birêz Îdrîs Balûken parêzvanê wêrek ê pêvajoya demokratîk, aştî û danûstandinan bû. Wî jî dîl digirin. Gultan Kişanak bi berxwedanê ji nava hovîtiya 12'ê Îlonê rizgar bû û berxwedêrek bû hêvî da hemû jin û gelan. Ji ber vê yekê wê dîl digirin. Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim, Bûrcû Çelîk, Aysel Tûglûk, Bekîr Kaya, Tûncer Bakirhan, Edîbe Şahîn, Nûrhayat Altûn, Ferhat Encu, Abdullah Zeydan. Van mirovan jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê me kirin."

'HER KU TIRSIYAN, ÊRÎŞ KIRIN'

Bûldan diyar kir, rejîma AKP'ê her ku ji meşa desthilatdariya gelan tirsiya dest bi operasyonên bi vî rengî kir û got, "Yên ku li Roboskî, Gezî û Somayê komkujî kirin li derve ne. Yên ku ji bo gel siyaset kirin, gel parastin û siyaseta demokratîk kirin, ji ber nêrînên xwe girtî ne. Divê ev siyasetmedar tavilê werin berdan."

'NAVÊ VÊ REJÎMÊ, FAŞÎZM E'

Temellî jî got, "Ev desthilatdarî ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk hewl dide û zane ku ev yek jî bi tasfiyekirina HDP'ê dibe. Em ê jî destûrê nedin vê yekê."

Temellî bi dewamî got, "6 hezar hevalên me niha girtî ne. 53 hevşaredarên me hatine girtin, li 96 şaredariyên me qeyûm hatine bicikirin. Divê mirov nav li vê rejîmê bikin. Ev rejîma otorîter, faşîzm e." Temellî diyar kir, yên ku li dora demokrasiyê li hev dicivin wê di demeke kin de bersiva pêwîst bidin vê desthilatdariyê û bang li hemû gelan kir ji bo xwedî li wekîlên xwe, xwedî li îradeya xwe ya siyasî derkevin.

Temellî hişyarî da û got, eger pêşî li vê desthilatdariyê neyê girtin wê welat bibe girtîgeheke mezin.

Temellî diyar kir, parlamentera HDP'ê ya dîlgirtî Leyla Guven divê tavilê were berdan.