Bûldan: Tarsûs, Mersînê biryara xwe da wê piştgiriya HDP’ê bikin

Bûldan li Tarsûsê axivî û wiha got; “24’ê Hezîranê wê bibe dîroka wan ya dawî. Piştî 24’ê Hezîranê Tirkiye dikare bibe welatekî ku gelên Tirkiyeyê bi hev re bijîn, HDP bibe desthilatdar û Demîrtaş jî bibe serokkomar.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li Taxa Bahçe ya navçeya Tarsûsê civîna gel lidarxist. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û namzetên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Jinan bi cilên neteweyî, alayên kesk, sor û zer HDP’yî pêşwazî kirin. Tevî baranê gel qad neterikand û bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ û ‘Em HDP ne, Em biçin Meclîsê’ berz kirin.

‘EV BAJAR BÊ NEFES HIŞTIN’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku gelê Tarsûs, Mersînê biryara xwe dane û wê piştgiriya HDP’ê bikin. Bûldan wiha domand; “Li vî bajarê ku mirov bi hev re di nava aşitî û biratiyê de dijîn, kesên ku dixwazin gelan berdin hev bi ser neketin û sernakevin jî. Ev bajar bê nefes hiştin. Piştî 24’ê Hezîranê em ê wan bi dengê we di sindoqan de bifetisînin.”

‘EM Ê DI HILBIJARTINAN DE ŞIMAQA KURDAN LI WAN BIXIN’

Bûldan diyar kir ku rêzdariya hikumeta AKP’ê ji bo îradeya gel nemaye û wiha domand; “Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin û hevşaredarên me ji peywirê girtin, Fazil Turk niha li girtîgehê ye. Di hilbijartinên pêşiya me de em ê hesabê vê bipirsin. Bêtehamuluya wan tenê ji bo şaredariya Akdenizê nebû û di heman demê de qeyûm tayînî hemû şaredariyên li Kurdistanê kirin. Qeyûman heqaret li nirxên gelê me kirin. Lê li vir em soz didin we em ê di hilbijartinan de dersekê bidin wan. Em ê şimaqa Kurd li rûyê wan bixin. Bêtehemuliya wan bi van re sînordar nebû. Parlamenterên me girtin, wekîltiya hevalên me betal kirin. Demîrtaş xistin nava çar dîwaran. 24’ê Hezîranê wê bibe dîroka wan ya dawî. Di van hilbijartinan de wê gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin. Piştî 24’ê Hezîranê Tirkiye dikare bibe welateke ku HDP li desthilatdar e û Demîrtaş jî serokkomar be. Ev ne xewn e û bi têkoşîna me dikare pêk were. Coşa we ya li Mersînê dide nîşandan ku wê di hilbijartinan de HDP bi hêz derbikeve.”