Bûldan: Roja dawî ya AKP’ê 24’ê Hezîranê ye

Bûldan a di mîtînga li Dîlokê de axivî destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên li gel welatê cîran ê Sûriyeyê êşên herî mezin Dîlok û Kilîs dikişîne û bibîr xist ku roja dawî ya AKP’ê 24’ê Hezîranê ye.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Dîlokk di çarçoveya xebatên hilbijatina 24’ê Hezîranê de li Qada Demokratîsiyê mîtîngek lidar xist. Di mîtîngê de li gel Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, namzetên HDP’ê yên parlemeteriyê, rêveberên navçe û bajar, dîsa dayikên aştiyê, Meclîsên ciwan û jinan bi deh hezaran kes amade bûn.

DBP, EMEP, SYKP, Keskan, Çep, Ciwanên Şoreşger, Meclîsa 78’an û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan mîtîngê.

Pervîn Bûldan bi silavkirinê dest bi axaftinê kir û diyar kir ku piştî 24’ê Hezîranê wê êdî Dîlok bi aştiyê bê nasîn û got: “Ji bo guhertinên mezin tenê 5 roj man. Wê li vî welatî guhertinê mezin bibin. Wê zilm û zextên desthilatdariya AKP’ê ya 16 salên li ser hikim di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibin.

Bûldan di dewama axaftina xwe de ev tişt got:

“Desthilata AKP’ê hemû siberoja welat diziye, êdî nikare tiştekî bide welat. Hikûmeta AKP’ê azadî û siberoja welat dizî. Li Tirkiyeyê êdî ewlekariya canê mirovan nemaye, bûye welatek ku her kes fikaran jê bike. Li vî welatî pirsgirêka her kesê heye. Pirsgirêka Kurdan, Elewîyan heye. Pirsgirêka Aboriyê heye. Êdî demê guhertin û veguhertinê hatiye. Roja dawî ya AKP’ê 24’ê Hezîranê ye.

Herî zêde gelê Dîlokê vê guhertinê maf dike. Jin, ciwan, karker û cotkar ên Dîlokê vê maf dikin.

Ji ber polîtîkayên şaş ên bi welatên cîran re herî zêde yê êş dikişîne û dibin mexdûr ev gel e. Dema Efrîn hate dagirkirin herî zêde Dîlok û Kilîs êşa vê kişand. Cenazeyên kesên li wir hatin kuştin anîn van bajaran. Êşa herî mezin me li vir dît. Ji bo aştî û demokrasî bê vî welatî divê bi teqez AKP di hilbijartinê de biçe.

Heta niha me serî li ber kesê netewandiye, em serî li ber Erdogan jî natewînin. 24’ê Hezîranê wê nûnertiya bihêz a HDP’ê bi serokkomartiya Demîrtaş re wê aştî û azadiyê bîne welat. Divê di 24’ê Hezîranê de gelê Dîlokê bi 4 wekîlan a şandina Meclîsê bersivek baş bide AKP’ê.”