Bûldan: Recep Beg tê biçî, Abbas rêwî ye

Bûldan: Gelên Tirkiyeyê biryara xwe daye; hemû kes dibêje AKP li ber ketinê ye. Şopdarên Demîrtaş ên di tevna civakî de ji mirovên ku Recep Tayîp Erdogan û serkowezîr li qadan kom dike zêdetire. Recep Beg rê diyar bû tê biçî, Abbas rêwî ye.

Di mitînga HDP’ê ya li Îskenderûnê de Namzetê HDP’ê Bariş Atay got ku ew ê di 24’ê Hezîranê de pihînekê li zilmê bidin û bişînin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî got: “Wa AKP ket û dikeve. Wa rêya te vebûye Recep Beg û tu diçî. Oxir be ji te re.” 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan piştî mitînga li Dîlokê berê xwe da navçeya Îskenderûnê ya Hatayê û beşdarî mîtînga Hatayê bû. Bûldan û namzetên HDP’ê yên Hatayê piştî bi konvoyê li navenda navçeyê geriyan, gel re kom bûn û mitîng li dar xistin. Bûldan û namzet bi atmosfer û kelecanek wek germa Hatayê ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Ewil namzetên HDP’ê yên Hatayê yek bi yek derketin ser otobusa hilbijartinê û gel silav kirin.

‘DENGEK JI BO HDP’Ê DENGEK JI BO DEMÎRTAŞ’

Namzetê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay axivî û wiha got: “Silav ji têkoşîn, sekn û brxwedan we re. 12 roj man ku em dawî li vê zilmê bînin. Ev der bajarekî kedkar û çandiniyê ye. Sendîkavaniyê xelas kirin. Ji bo xwedî derketina li ked û çandiniya xwe heta dawî em ê têbikoşin û li ber xwe bidn. Polîtîkaya çandiniyê xelas kirin. Qadên me yên çandiniyê xelas kirin û gel birçî dihêlin. Di 24’ê Hezîranê de dengek ji HDP’ê û dengek ji Demîrtaş re mohr bikin. Em ê di 24’ê Hezîranê de pihînek li wan bidin û bişînin.” 

Hevseroka HDP’ê BÛldan derket ser otobusê, bi zimanê Tirkî, Kurdî û Erebî gel silav kir û wiha got:

 “Em kesên li Reyhanli jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û xwedê rehma xwe li wan bike. Em şehîdên Geziyê Alî Îsmaîl Korkmaz, Abdullah Comert û Ahmet Atakan bibîr tînin û carek din sersaxiyê ji malbatê wan re dixwazin. Têkoşîna wan têkoşina me ye. Wê ev têkoşîn hin bêtir mezin bibe. Em ê hesab ji AKP’ê ya ku bû sedema mirina wan bixwazin. Wê xwîna wan li erdê nemîne. Em ê ala têkoşîna wan ba bikin. Ji bo biratiya gelan jiyana xwe jidest dan. Em bi feresatek ku vî welatî bi komkujiyan birêve dibe re têdikoşin. Dîroka vî welatî bi komkuıjiyan tije ye. Her dever û bajar cihê komkujiyan e. Em ê tu hêza komkujiyan nas nekin. Em ê ji niha şûn ve ne AKP û ne jî Erdogan nas bikin.

EM Ê HESABÊ KOMUJIYAN BIPIRSIN’

AKP kujeran dernaxe holê û ji wan hesab naxwaze. Lê em ê wek HDP hesabê komkujiyan ji wan bixwazin. HDP wek civaka mozaîk a li Hatayê ye. HDP wek baxçeyê gul û kulîlkan her reng û bêhn heye. Li Hatayê gel dixwaze bi biratî û aştî bijî. Hikumeta AKP’ê bi polîtîkaya Sûriyeyê re êş bi Hatayê da kişandin. Bandorek şer li ser Hatayê da çêkirin û Hatay hêj di bin bandora vî şerî de ye. Me got meseleya Sûriyeyê meseleya wan e. Lê li me guhdar nekirin. Her bombeyek avêtin hat li ser sofreya gelê Hatayê ket. Ji bo desthilatdariya xwe ketin nav gerîneka şer. Niha jî ferq dikin ku wê biçin û winda bikin, biryara şer digirin. Piştî Efrîn û Kerkûkê jî niha dixwazin biçin ser Qendîl û Mexmûrê. Wê gelên Tirkiyeyê destûr nede hûn biçin Qendîl û Mexmûrê. Tu feyda şer ji welatê me re nîne. Şer mirovan dikuje û rondikan dide rijandin. Şer xwînê diherîkine. Pêdiviya welat bi aştî, azadî, demokrasî û aramiyê heye. “

‘DEMÎRTAŞ TEMÎNATA AŞITIYÊ YE’

Bûldan diyar kir ku AKP ji ber têkçûna xwe Demîrtaş ji bûyerên 6-8’ê Cotmehê berpisyar dibîne û wiha got;Li her deverê dirokê û deveran tev li hev dike. Serê wî tev lî hev bûye. Her şev di xewna xwe de Demîrtaş û Girtîgeha Edîrneyê dibîne û tê aqilê wî. Ew Demîrtaşê tu wî wek sûcdar nîşan didî, teminata aştî û demorkasiyê û azadiyê ye. Xwezî we wî azad berdaba, ka we yê wî li qadan bidîta çi bersivan dida we. Şopînerê Demîrtaş ji girseyên we yên li qadan zêdetir in. Şopînerê Demîrtaş ji Serokwezîrê te Bînalî Yildirim jî pirtir in. Wa rêya vebûye Recep Beg tu diçî. Oxira te ya xêrê be. Pêşiya te vekirîbe”.

‘AKP LI BER KETINÊ YE’

Bûldan bibîrxsit ku tevî Demîrtaş, hevşaredar jî girtîne û wiha domand; “We wekîl, hevşaredar, siyasetmedarên me û bi hezaran endam û rêveberên me girtin. Em ê hem di vê hilbijartinê û hem jî di hilbijartina herêmî de bersiva xweş bidin Recep Tayîp Erdogan. Em ê tu demê komkujiyan, girtinan û birîndaran ji bîr nekin. Em ê bajarên hilweşandî Cizîr, Nisêbîn û Sûr ê ji bîr nekin û bersivan wan bidin we. Gelên Tirkiyeyê biryara xwe daye. Her kes dibêje ‘Wa AKP ket û dikeve”.

‘DIVÊ JIN XWEDÎ LI DENG Û SINDOQAN DERKEVIN’

Bûldan herî dawî banga xwedî derketina deng û sindoqan li jinan kir û wiha got; “Em wek wan kesî tehdît nakin. Em mîna qeyûm, walî û qeymeqamê we naçin însanên xwe bi mirinê tehdît nakin. Em partiya gelan in û bi şev û roj bi xwêdana eniya xwe dixebitin. Jinên hêja daxwaziya min ji we heye, divê hûn xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin. Baweriya me bi gelê Hatayê heye. Hûn namzetê xwe hembêz bikin û bişînin Meclîsê û bila ew jî li Meclîsê bibin deng û rengê we”.