Bûldan: Ne qeza ye, cînayet e 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got: "Qezaya ÇOrlûyê, ne qezayek e ji rêzê ye, lê cînayet e." 

Meclîsa Jinan a HDP bi rojeva nirxandina hilbijartinê û plansaziya serdema nû li Navenda Giştî ya HDP’ê civiya. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenterên HDP’ê yên jin û endam û rêveberên jin ên HDP’ê beşdarî civînê bûn.
 
‘QEZAYA LI ÇORLUYÊ CÎNAYET E’ 
 
Beriya civînê Pervîn Bûldan li ser geşedanên di rojevê de axivî. Bûldan bi sersaxiya qurbaniyên ku di qezaya trênê ya li Çûrlûyê qewimî de jiyana xwe ji dest dane, dest bi axaftina xwe kir. Bûldan bal kişand ser qezayê û got: “Ev ne qezayek e ji rêzê ye. Qezayek cînayetê ye. lewma Wezareta Veguhestinê, û rayedarên Riyên Hesin berpirsyarê vê qezayê ne. Divê demildest berpirsyar bên cezakirin. Em ê destûr nedin ku weke qezayeke ji rêzê ser bê girtin. Wê heyeta me biçe cihê bûyerê û lêkolînan bike. Em daxwaz dikin ku hemû hûrgiliyên bûyerê bên eşkerkirin û ronîkirin.” 
 
DOZA SOMAYÊ 
 
Bûldan bal kişand ser danişîna doza 301 karkerên ku di bobelata madenê ya li Somayê de jiyana xwe dest dabûn û got: “Divê rastiya li Somayê derkeve holê. Em hêvî dikin ku wê biryarek li gorî daxwaza malbatan derkeve.” 
 
‘TEVÎ HEMÛ GEF Û GURAN JÎ ME SERKETIN BI DEST XIST’ 
 
Bûldan destnîşan kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê yek ji hilbijartinên herî girîng a li Tirkiyeyê bû û wiha axivî: “Me hilbijartinek wiha ku wê pergal pê bê guhertin li pey xwe hişt. Me tevî hemû zordarî û zextan jî serfkeftinek mezin bi dest xist û 67 wekîl şandin parlamentoyê. Em ji hemû kesên ked dayî, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê re spasiyê pêşkêş dikin. Mala wan ava be. Hevalên jin jî kedeke gelek mezin dan û mohra xwe li binê xebateke gelek watedar dan. Jinan seferberi îlan kiribû. Em bi hişmendiya ku wê bend bê şikandin û azadiya jinan pêk bê xebitîn. Em silavek germ dişînin ji jinên di girtîgehan de. Em spasiya hevrêyên xwe yên jin dikin. Ew her tim bi dilê xwe yên germ li cem bûn û divê hilbijartinê de jî li ba me bûn. Bi hêviya ku hûn ê azad bibin, em ê bixebitin.” 
 
‘NÛNERTIYA JINAN HERÎ ZÊDE DI NAV HDP’Ê DE TÊ KIRIN’ 
 
Bûldan da zanîn ku nûnertiya herî zêde ya jinan a li Meclîsê ya HDP’ê ye û wiha domand: “Ji ber ku me nûnertiya wekhev di meclîsê de ne rûniştand em rexnedayîna xwe didin jinan. Sedemê vê yekê jî ji ber bendê ye. Hedefa me ji sedî 50’î bû ku ji partiya me biçin Meclîsê. Bi rêjeya ji sedî 37 em weke jin, li Meclîsê ne. Wê di serdema pêşiya me de hin bêtir temsîliyeta jinan cihê xwe bigire. Ji rêxistininên me bigire heta Parlamentoyê. Serdemek zor me derbas kir. Lê serdemek hin dijwartir li pêşiya me ye. Ji îro şûn ve em dikevin qonaxa serdema pergala rejîma nû. Divê demildest dev ji vê pergalê berdin û pergala demokratîk a parlamenteriyê bidin sazkirin û li gorî rêbazên demokrasiyê bê tevgerkirin. Em vê pergalê rexne û şermezar dikin.” 
 
‘DESTGÎRKIRINÊN BI BIRYARNAMEYAN BISEKINÎNIN’ 
 
Bûldan biryarnameya jimara 701 û hemû biryarnameyên din rexne kirin û got: “Bi awayek dij hiqûq bi hezaran mirov ji karên xwe hatin îxrackirin. Em vê yekê qebûl nakin.” 
 
Bûldan anî ziman ku xwendekarên ODTU’yê jî ne bi tenê ne û xwest ku pêla destgîrkirin û girtinê ya li ser xwendekaran û civakê demildest bê sekinandin. 
 
‘BERPIRSYARÊ REVANDIN Û ÎSTÎSMARKIRINA ZAROKAN HIKUMET E’ 
 
Bûldan her dawî bal kişand ser revandina zarokan û îstîsmarkirina zarokan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Windakirin û îstîsmarkirina Eylûl, Leyla û Ufuk, îhmalkariya hikumetê nîşan dide. Heke li welatekî wezareta zarokan nîn be, wê ev tiştên nexweş derkevin holê. Em xebatên xwe yên ji bo damezrandina wezareta jin û zarokan bidomînin. Eger ev wezaret bê avakirin, wê ji bo pêşîgirtina îstîsmara li ser zarokan û jinan pêşketin pêk bê û pêşî li neheqiyan bê girtin. Ev qewimandinên rojê dawî jî ji ber nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî zarok û jinan derdixe holê. Dixwazin cezayên darvekirinê û xesandinê derxin. Lê ev ne çareserî ye. Di warê tundî, tacîz û îstîsmarkirina li ser jin û zarokan de berpirsyar hikumet e û em bang li hikumetê dikin ku vê berpiryariya xwe bi cih bîne.”  
Piştî axaftina Bûldan, civînê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.