Bûldan: Li ser rêya çûnê ne, hê jî deng dixwazin!

Bûldan a li Erzingê di lihevcivîna gel de axivî got: “Van Kurd qebûl nekirin û qetilkirin. Ew heta sala 2023’an deng dixwazin. Nexasim ji bo çûnê wan tenê 13 roj mane. Em ê ser bikevin, gel wê ser bikeve û wê aştiya gel pêk were.”

Navnîşana duyemîn a Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li gel namzetên HDP’ê yên Hatayê taxa Mezbahane ya girêdayî navçeya Dortyol a Hatayê bû. Bûldan û namzetên ku bi çepik û coşeke mezin hatin  bi dirûşmên “Bijî HDP”, “Bijî Serok Apo” û Kujer Erdogan” hatin pêşwazîkirin. Bûldan li vir axivî û diyar kir ku ji bo aştiyê bînin Hatayê Bariş Atalay weke namzet diyar kirin, anî ziman ku wê partiya wan aştiyê li welat pêkan bike.

‘EW Ê BIÇIN’

Bûldan bibîr xist ku wê 24’ê Hezîranê wê bibin kabûsa Erdogan û AKP’ê û got: “Van tiştek bi we neda. Van Kurd qebûl nekirin û qetilkirin. Ew heta sala 2013’an deng dixwazin. Nexasim 13 roj ji bo çûna wan maye, vê nizanin. Em ê ser bikevin, gel wê ser bikevin û wê aştiya gel pêk were.

 ‘WÊ AŞTÎ LI VÎ WELATÎ PÊK WERE’

Bûldan destnîşan kir ku AKP’ê li welat xwîn dirijîne û welat ber bi parçekirin û gelan dike dijminê hev û wiha pêde çû: “Wê aştî were vî welatî. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Ji bo derbikevin pêşberî edaletê û hesab jê bê xwestin, em ê têkoşînê bikin.”

 Piştî axaftinê û şûnde Bûldan û heyeta li gel li navçeya Erzîn wê tevlî xwarina fitarê bbin.