Bûldan: Kesên bi wekhevî, edalet û hiqûqê bawer dikin wê bi ser bikevin

Bûldan; “16 sal in bi xwe dibêjin 'Me ev welat baş bi rê ve nebir'. Lê di 3 salên dawî de bi BHQ'ê hemû kes mexdûr kirin. Bi sedan akademîsyen, mirovên aştiyê, akademîsyen, mirovên aştiyê avêtin zindanê

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîng pêk anî. Bi sed hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de bi sed hezaran kesên amade bûn peyama serkeftina 24'ê Heziranê dan. Ewil axaftina destpêkê Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr kir. Demîr gel silav kir û wiha got: “15-16'ê Hezîranê roja salvegera Berxwedana Karkeran e. Hemû reng û kesên bindest îro li Bakirkoyê kom bûne. Em ê bi hev re bi biryarî vê îktîdarê di sindoqê de têk bibin.”

Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, diyar kir ku pir girîng e ku HDP bendê derbas bike û benda li pêşiya HDP'ê li pêş hemû gelê Tirkiye ye û pirsgirêka tevahiya gelê Tirkiyeyê ye. Namzeta HDP'ê Dilşad Canbaz ji axivî û got:"Em gihiştin nêzî dawiya îşkence û xwînrijandina 16 salan. Em ê di 24'ê Hezîranê de bi navê Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Kurdistan bersivê bidin. Em ê teqez bi ser bikevin. Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku 24'ê Hezîranê wê bibe diyarkirina pêşeroja Tirkiyeyê û bibe destpêka hesabpirsîna koalîsyona ji AKP-MHP'ê."

Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî diyar kir ku wê di 24'ê Hezîranê de bijartina xwe bikin û dawî li vê zilmê bînin. Şik, anî ziman ku êdî dem hatiye ku bêjin TEMAM.

Namzeta HDP'ê Oya Ersoy jî diyar kir ku kengî îktîdarê ew koltix winda kirin wê gelê Tirkiye karibe bêhnê bi hêsanî bistîne û ji mirinê rizgar bibe. Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Namzetê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Erkan Baş, Erol Katircioglû  jî gel silav kirin û axaftin kirin.

TURK: DEST BI KAMPANYAYÊN ÎFTIRAYÊ KIRIN

Di mitîngê de siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk axivî û wiha got: "Di dîroka mirovahiyê de her dem firsendên dîrokî ava nabin. Ji sed salan carekê firsendek çêdibe.  Di 24'ê Hezîranê de ew ê derî li firsenda dîrokî vebe û wê bibe roja firsenda dîrokî. Hemû gelê Tirkiyeyê vê hewa û kelecana nûbûn û guhertinê hîs dike. Di dîroka mirovahiyê de her dem firsendên wisa nakevin dest. Ji sed salan carekê bi dest dikeve. Ev roja jî 24'ê Hezîranê ye. Divê em baş li vê firsenda dîrokî xwedî derkevin û bernedin. Divê em dawî li polîtîkayên zilmê bînin.

BÛLDAN: STENBOLÊ TERCÎHA XWE KIR

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî gel silav kir û wiha got: "16 sal in bi xwe dibêjin 'Me ev welat baş bi rê ve nebir'. Lê di 3 salên dawî de bi KHK'ê hemû kes mexdûr birin. Bi sedan akademîsyen, mirovên aştiyê, akademîsyen, mirovên aştiyê avêtin zindanê. Li vî welatî siyasetmedar, wekîl, şaredar ji kar girtin û avêtin zindanê. Li şûna wan qeyûm tayîn kir. Bi taybetî qeyûmên tayîn bûn tenê heqaret li gel kirin.  Em soz didin we, di serî de em ê Qeyûman û piştre Tayyip Erdogan di sindoqan de defin bikin. Xwezî li şûna pira sêyemîn û balafirgeha sêyemîn pira di navbera dilan de ava kiribûna. Mirov nekiribûna dijminên hev. Ermen, Kurd û Tirk kiribûna dostên hev. Hêvî, aştî, demokasî û çiqas nirxên mirovahiyê tev bin pê kirin. Ez li vir îlan dikim we îktidarê hilbijartin winda kiriye. Ka li 5 salên pêş me binerin. Binerin HDP û Birêz Demirtaş vî welatî çawa bi rê ve dibe.

ME BI CIWANÎ DEST PÊ KIR EM Ê BI CIWANÎ BI SER BIKEVIN

Her roj bi xofa Demîrtaş dijîn. Ji bo vê yekê serî li hemû lîstikan didin. Ji ber vê yekê duh li Pirsûsê komkujî kirin. Serî li hemû derewan didin. Rast e li şûna bersivan bigirin, mexdûran destgîr dikin.  Em li vir bang li dozger û dadgerên bi wijdan dikin. Em vê dozê bernadin. Em dibêjin hûn jî li gorî edaletê tev bigerin. Em dizanin ev lîstik in. Em naxwazin ev bûyera Pirsûsê jî ser wê bê girtin. Divê ser wê bê ronîkirin.  Ew wisa difikirin ku bi van bûyerên wekî Pirsûsê wê kes neyê cem me. Lê em îro li vir dibînin gelê Stenbolê li cem me  ye. Ez li vir bang li Elewî, Suryan, Çerkez, Ermen û hemû beşên civakê dikim em bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin. Me bi ciwanî dest pê kir, em bi ciwanî berdewam bikin. Jinên rêzdar ku bedelên mezin û êşên mezin kişandin. Tifaqa me ava kir tifaqa jinan gurmegurme tê. Bila hebûna me diyarî pêşeroja aştî û aramiya vî welatî ye. Bijî biratiya gelan. Bijî welatê hevpar û jiyana hevpar. Em ê welatê ku Ceylan Onkol, Ûgûr Kaymaz, Alî Îsmaîl Korkmaz û kesên din ên jiyana xwe ji dest dane bikin welatê ku êdî kes lê neyê kuştin. Em li sindoqan xwedî derkevin. Em ji we bawer in û em bi we bawer in. Em destûr nedin dengekî me bê dizîn. Em bi hev re pêşeroja xwe, azadiya xwe ava bikin. Di 24'ê Hezîranê de em ê bi hev re govendê bigerinîn.”