Bûldan hişyarî da: Li hemberî êrîşan bêdeng nabîn

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku êrîşên desthilata AKP/MHP’ê ya ser Kurdan, goristanên Elewî û girtîgehan zêde bûye û got: “Bêdeng namînîn”.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan serdana Mala Cemê ya Gezî ku dema cenazeyê endamê Grûp Yorûm ê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû biribû wir û polîsan êrîş kiribû, kir. Di daxuyaniya li ser navê Mala Cemê ya Gezî hate kirin de spasiya HDP’ê kir ku mijar bûye rojeva Meclîsê. Nûnerên ji baweriyên cihê yên serdan kirin jî êrîş şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî desthilatê dan.

Berdevka HDK’ê Îdil Ûgûrlû, Rêveberên HDP’ê yê Stenbol, endamê MYK a HDP’ê Tûrgût Oker, Parlementerê HDP’ê Gora Paylan, Huda Kaya, Mûsa Pîroglû û Zeyel Ozen ên li gel Bûldan cih girtin, daxuyanî dan.

Bûldan got: “Tiştên ku li ser cenazeyê Îbrahîm hatin kirin, hişmendiya ku alîgirê zilmê ye’ diyar kir ku bêrêzî li hember mekanên pîroz ên Elewiyan jî hate kirin.

Bûldan bal kişand ku êrîşên desthilata AKP/MHP’ê ya li ser bawer, girtîgehan hê zêdetir bûye û zilama li cenazeyê dayika Aysel Toglûk hatibû kirin jî bibîr xist.

‘BÊDENG NAMÎNÎN’

Bûldan bal kişand ser êrîşên li goristanan û got: “Îro bi taybet kêlên gorên Kurdan tên şikdandin, gor tên texrîbkirin. Çawa ku carekî din mirinê li Kurdan didin jiyîn, di şexsê Îbrahîm de heman êş û ezabê li welatiyên me yên Elewî didin jiyîn.

Dema ku kêlên gorên Kurdan tên şikandin, bi ser mala cemê ya Elewiyan de hate girtin, yên ku bêrêzî li hember dêrên Ermeniyan kirin, em li ber van bêdeng namînin.”

Bûldan destnîşan kir ku Diyanet a di her maijarê de ku ti berpirsyariyeke wê nîne daxive, çima li ber êrîşên li ser goristanan bêdeng e. Bûldan da xuyakirin ku divê desthilat ji civaka Elewî, ji yên gorên kêlên wan şikandin û êrîşî cenazeyên wan hate kirin, lêborînê bixwaze.