Bûldan: Ji Erdexan heta Edîrneyê em ê xwe bigihînin herkesî

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bûldan diyar kir ku ji Erdexan heta Edîrneyê wê xwe bigihînin her kesî û got, "Gelê me amade ye û li pêş me ye. Em ê bi şev û roj bixebitin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan bersiv da pirsên ANF'ê. Bûldan di destpêka axaftina xwe bal kişand ser zext û zordariya ji 7'ê Hezîrana 2015'an û vir ve li partiya wan tê kirin û got, "Em zanin ku karê me ne hêsan e. Lê em ne partiyeke ku ji serdem û pêvajoyên wiha xerîb e. Bûyerên ku di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê (2015) de qewimîn, bandoreke gelekî mezin li civaka Tirkiyeyê û Kurdan kir. Tevî hemû astengî û zordariyê jî me di 7'ê Hezîranê de 13.1 ji sedî yê dengan stand. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de meydan li me hate girtin, derketina derve hate qedexekirin, êrîşên giran li Kurdan hatin kirin û bendên mezin li pêşiya me hatin danîn. Lê belê tevî vê yekê jî di hilbijartina 1'ê Mijdarê de em ji benda hilbijartinê derbas bûn û bi temsîliyeteke mezin me cihê xwe li Meclîsê girt."

Bûldan bi bîr xist ku di nava sê salên dawî de tasfiye li ser wan hate ferzkirin û wiha dewam kir: "Xwestin ku me derxînin derveyî siyaseta demokratîk. Beşek ji parlamenterên me hatin girtin, parlamenteriya beşek ji wan hate betalkirin û ji Meclîsê hatin avêtin. Hemû hevalên me yên parlamenter ku dosya û doz der barê wan de hene, hewl dan vê pêvajoyê bi rengekî serketî bi rê ve bibin û bi xurtî têkoşiyan.

Niha jî ji bo ku em nikaribin biçin Meclîsê çi ji destê wan bê wê bikin. Bêguman weke gel û partî em ne xerîbê vê yekê ne. Li şûna her hevala/hevalekî me yên hatin destgîrkirin û girtin, bi hezaran mirovên me û hevrêyên me hene ku dixwazin bibin rêveberên me yên bajar û navçeyan. Lewma di vê dema kin a hilbijartinê de jî em ê xwe bigihînin her kesî."

Pervîn Bûldan da xuyakirin ku di nava mehekê de wê ji Erdexanê heta Edîrneyê xwe bigihînin her kesî û wiha dewam kir: "Ya rast, atmosfer û coşeke bi vî rengî heye. Di serdanên herêmê de yên beriya eşkerebûna dema hilbijartinê me ev coş û biryardarî dît. Piştî ku dema lidarketina hilbijartinê hate eşkerekirin, me dîsa serdana herêmê kir û dît ku gel bi coşeke mezin xwe ji hilbijartinê re amade dike. Gel li pêş me dimeşe. Yanî gelê me li pêş partiyê ye. Ji ber vê yekê, gelê me bi me re vî karî dike. Em ê heta 24'ê Hezîranê bi şev û roj bixebitin û vî karî bibin serî."

Li ser namzetên xwe jî Bûldan diyar kir ku profîleke rengîn û dewlemend a namzetên wan hene û destnîşan kir ku hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê wan li gorî hesasiyeta civakê namzetên xwe diyar kirine.

Hevseroka HDP'ê bi bîr xist ku rêjeya namzetên wan ên jin 40 ji sedî ye û got, "Ev yek bi hevkariya tevgerên jin ên li Tirkiyeyê hatin diyarkirin. Wekî din, me di profîla namzetên xwe de hewl dan pir rengî û dewlemendiyê esas bigirin. Li Tirkiyeyê, ji bilî HDP'ê partiyeke din nîne ku bibe dengê beşên cuda yên civakê, bawerî û mezhebên din."

Bûldan destnîşan kir ku wan xwestin polîtîkaya înkarê, pirsigrêka ziman, çand û nasnameyê ya gelan li Meclîsê jî nîşan bidin û got, "Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de em ê bi teslîmiyeteke xurt cihê xwe li Meclîsê bigirin."

Bûldan işaret bi Deklarasyona Çareseriya Pirsgirêka Kurd kir ku li Amedê hate eşkerekirin û got, "Ji vê kêliyê û pê ve êdî divê ti Kurd li derveyî vê tifaqê nemîne. Dek û dolab li ser Kurdan gerandin. Divê Kurd zilma lê hatiye kirin bibînin û mil bi mil tevbigerin."

Di dawiya axaftina xwe de Bûldan girîngiya dengên li Ewropayê bi bîr xist û got, "Serketina 24'ê Hezîranê bi gelê me yê li Ewropayê ve girêdayî ye. Di 7'ê Hezîranê de me ev yek dît. Dengên ji Ewropayê hatin, tevkariyeke gelekî mezin li dengên me yên li Tirkiyeyê kir."

Bûldan da xuyakirin ku ji bo bi ser bikevin wan bi ruhê seferberiyê dest bi kar kirine û got, "Hikumeta AKP'ê hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle. Ji bo em xeteriya bendê ji holê rakin, pêwîstiya me bi gelek dengan heye ku nikaribin bidizin. Lewma divê her kes xwedî li HDP û Birêz Demîrtaş derkeve. Divê bi şiyara 'Dengek ji bo HDP'ê, dengek ji bo Demîrtşa' tevbigerin. Rêya me vekirî be."