Bûldan: Em mizgîniya çûyina AKP’ê û hatina HDP’ê didin we

Hevseroka Giştî ya HDP’ê li navçeya Seyhanê ya Edeneyê di civîna HDP’ê de axivî û wiha got; “Em mizgîniya çûyîna AKP’ê û hatina HDP’ê didin we.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li navçeya Seyhan a Edeneyê li Muzîkhola Şîrîn civîna jinan li dar xist.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê û namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Li salona civînê pankarta ‘Bi jinan re diguhere’ , ‘Namzetê me Demîrtaş’ , ‘Bi jinan wê guhertin çêbibe’ û ‘Bi te diguhere’ hatin daliqandin.

Di civîna  Muzîkala Şîrîn de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan xitabî  hezaran kesan kir û polîtîkayên AKP'ê rexne kir. Bûldan, polîtîkayên AKP'ê yên li dijî gelê Kurd û yên li dijî namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş rexne kir.

‘DESTÊ DEMÎRTAŞ DESTÊ GULAN Û AŞITIYÊ YE’

Buldan, polîtîkaya darvekirinê rexne kir û anî ziman ku hişmendiya Erdogan ji ya Îranê ne cûdatir e û wiha got: "Dîroka Tirkiyeyê dîroka darvekirinê ye. Denîz Gezmîş, Seyit Riza darve kirin. Serokwezîrê xwe Adnan Menderes darve kirin. Dîroka Tirkiye dîroka darvekirinê ye. Niha jî dixwazin destê Demirtaş wekî destbixwîn bidin nîşandan. Destê wî destê gulan û destê aştiyê ye.

‘JI BO PÊŞEROJA XWE XWEDÎ LI SINDOQ Û DENGÊ XWE DERKEVIN’

Gelê me wê di 24'ê Heziranê de li ser sindoqê hesab bipirse. Bi deng û vîna xwe wê hesab bipirse. Zêde dema me tune. 11 rojên me mane. Em ê bêtir bixebitin. Em nekevin nava rehaveta ku em bendavê derbas dikin. Dîsa gelek rîsk li pêş me hene. Divê heta dawî em di nava seferberiyê de bin. Ji bo pêşeroja jinan, ciwanan û gelê Edeneyê li pêşeroja xwe û sindoqan xwedî derkevin."